Nasnav: Enfal an jî Têkbirin -2
"Xwedê ji milyaketan re got, 'Ez bi we re me. Sebatê bidin yên îmanê dikin. Ez ê tirsê bixim dilê kafiran. Niha li stûyê wan bidin..."
"Xwedê ji milyaketan re got, 'Ez bi we re me. Sebatê bidin yên îmanê dikin. Ez ê tirsê bixim dilê kafiran. Niha li stûyê wan bidin..."
'SER JÊ BIKIN; KEVIR LI SER KEVIR, SERÎ LI SER MIL NEHÊLIN'
"Xwedê ji milyaketan re got, 'Ez bi we re me. Sebatê bidin yên îmanê dikin. Ez ê tirsê bixim dilê kafiran. Niha li stûyê wan bidin. Li hemû tiliyên wan bixin'. Sûreya Enfalê, Ayet 12 (Tercûmeya ji Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirk)
Ev sûreya Enfalê ku sûreya 8. a Quranê ye, weke nasnav li operasyonê hat kirin. Hikuma di Ayeta 12. de dihat wehîkirin jî, wê li hemberî Kurdan weke qirkirinê bihata bikaranîn. Ev hikmê pêwendîdar, mîna di Enfalê de hat kirin, di roja me ya îro de jî ji aliyê çeteyên mîna DAIŞ'ê ve ji bo 'serjêkirina' girtiyên şer weke 'sparteyekê' tê qebûlkirin.
ENFAL Û TÊKBIRIN BERHEMÊN HEMAN ZÎHNIYETÊ NE
Li gorî şîroveyeke din a alternatîf, gotina 'lêdana li serî' tê wateya 'tewandina serî'. Pêkanîneke balkêş a li gorî vê şîroveyê; polîtîkaya dewleta Tirk a di roja îro de ji bo qirkirina Kurdan dimeşîne ye. Balkêş e dewleta Tirk navê 'serî tewandin/têkbirinê' li vê polîtîkaya xwe kiriye.
Di vê mijarê de hem zîhniyet hem jî pêkanîn bi balkêşî dişibin hev. Mînak; di vê ayetê de qala murtedan, yanî yên ji ol derketine tê kirin. Di dema bihurî de Saddam, di roja îro de jî DAIŞ û AKP a Erdogan ku qaşo xwedî îdîaya Misilmaniyê ne, vê hukmê bi giranî li hemberî civakeke piraniya xwe Misilman e, bi kar tînin.
Rejîma Saddam Huseyîn beriya Enfalê Kurd 'murted' îlan kir. Serokkomarê Tirk Erdogan jî di meydan û mîtîngên hilbijartinê yên beriya plana qirkirinê ya Têkbirinê de ji Kurdan re digot, 'Ev Zerduşt in'. Ji ber ku ji gelek aliyan ve dişibin hev, rewşeke balkêş me. Mînak; Enfal tê wateya 'ji nû ve fethkirin'. AKP jî heman gotinê bi kar tîne.
CIVÎNA ENFALEKE NÛ: MGK A 30'Ê COTMEHA 2014'AN
Civîna herî demdirêj a Desteya Ewlekariya Milî (MGK), ku 10 saet 20 deqeyan dewam kir û cara yekemîn Serokkomarê Tirk Erdogan jê re serokatî kir, di 30'ê Cotmeha 2014'an de hat lidarxistin. Ji bo mirov vê civînê weke civîna Enfalê ya li hemberî Bakurê Kurdistanê pênase bikin, gelek dane û agahî li ber destê me hene.
Detayên plana têkbirinê/serîtewandinê ya li gorî biryarên vê civînê hat amadekirin, wê piştre bi giştîname û fermanên ji amîrên îdarî û mulkî re hatin şandin, derketibûna holê. Bûyer û qewimînên piştre rû dan, wê piştrast bikira ku Enfaleke nû li hemberî Kurdan hatiye plankirin û bi cih tê anîn.
Aliyekî din ê 'Enfal' a Saddam û 'Têkbirin' a Erdogan dişibin hev ew e, ku beriya destpêkirina komkujiyan herêmên hêzên çekdar ên Kurd û welatparêziya Kurd lê xurt in weke 'herêma qedexe' hatin îlankirin, gund û navçe hatin şewitandin û hilweşandin.
Di dema Enfalê de Kurdên ji herêmên 'qedexekirî' nehatin derxistin, weke 'terorîst' hatin îlankirin, ji welatîbûnê hatin derxistin û bi bomberdûmanê re hatin qetilkirin. Dewleta Tirk jî sivîlên li herêmên weke herêma leşkerî îlan kiriye, 'terorîst' tên hesibandin û zarokên tên qetilkirin jî sivîl nayên dîtin. Li navçeyên bi deh hezaran kes lê dijîn, gefên 'eger hûn malên xwe neterikînin, em ê bombeyan lê bibarînin' dixwe. Ji bo ji welatîbûnê derxîne, amadekariyên destûra bingehîn dike.
AKP FERMANÊN KÎMYASAL ELÎ BI CIH TÎNE
Fermanên Elî Hesen El Mecîd di 20'ê Hezîrana 1987'an de ji Fermandariyên Baskên 1., 2. û 5. ên Artêşê, Midûriyeta Emniyetê û hin saziyên leşkerî û sivîl re şandî û fermanên hikûmeta AKP'ê ji fermandariyên artêşa dagirker, waliyan, midûrên emniyetê û qeymeqamên li Kurdistanê re şandî, yek bi yek mîna hev in.
Gotina 'kevir wê li ser kevir, serî li ser bedenê nemîne' û gotina El Mecîd a 'Li Kurdistanê wê maleke bi tenê ya Kurdan a nehatiye hilweşandin nemîne' weke hev in. Yên weke hev in, ne tenê gotin in. Pêkanîn, ferman û plan jî mîna hev in.
Ev madeyên Kîmyewal Elî xist meriyetê, îro yekser ji aliyê AKP'ê ve bi cih tên anîn: "Herêmên qedexe werin îlankirin (Xala 1.), leşker wê li herêmên qedexekirî bi serbestî çekê bi kar bînin (Xala 2.), li van herêman wê ambargoya aboriyê bikeve meriyetê (Xala 3.), Wê balafir-top, tan, helîkopter bi kurtasî her cure çek bên bikaranîn (Xala 4.), yên li gorî qedexeyê tevnagerin wê yekser bên înfazkirin (Xala 5.), bi awayekî kêfî mirov bên binçavkirin (Xala 6.) û eşyayên bi qîmet-çek jî di nav de- yên hatine bidestxistin, weke xenîmet bên desteserkirin (Xala 7.)"
Her wiha di çarçoveya van her du planên faşîst de, tevî ku cihê xwe di nava hiqûqa şer, exlaqa mirovan û di nava ti olê de nîne jî, cenazeyên mirovan li naverastê hatin hiştin, bombe li şehîdgehan hatin barandin, çeka kîmyewî hat bikaranîn. Ev pêkanîn ji bo xerakirina moral û qelskirina hêza berxwedêran weke pêkanînên şerê psîkolojîk tên bikaranîn.
Rejîma Baas Kurd bi komî qetil kir û di çal û kortan de hatin binaxkirin. Dewleta Tirk jî bi heman rengî, jêrzemînên avahiyan veguherand gorên komî. Her wiha li bajaran gazên ji bandora kîmyewî bi kar anî.
AKP PLANÊN DEMOGRAFÎK ÊN BAASÊ ESAS DIGIRE
Di Enfsalê de bi dehan gund û navçe hatin hilweşandin. Îro jî dewleta Tirk li herêmên bi sed hezaran Kurd lê dijîn ên weke Cizîr, Silopiya, Sûr, Gever, Nisêbîn û Qoserê heman rêbazê bi kar tîne.
Piştî Enfalê rejîma Baas bi rewşa demografîk a Kurdistanê lîstibû. Îro jî dewleta Tirk bi biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' a têkildarî 7 navçeyan wergirtî û pêkanînên koçberiya bi zorê re, palan dike ku navendên civakîbûna Kurdan lê xurt e vala bike û Erebên ji Sûriyeyê li Kurdistanê bi cih bike.
AKP A NEOFAŞÎST Û YÊN SÊ MEYMÛNAN DILÎZIN
Yek ji aliyê balkêş ê plana têkbirinê ya AKP'ê û Enfal a Baas dişibin hev; bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşberî wehşeta li Kurdistanê ye. Qirkirina di çarçoveya Enfala li Başûrê Kurdistanê de di sala 1988'an de hat kirin, weke doza yekemîn a Qirkirina Kurdan di nava rûpelên dîrokê de cih girt. Lê belê di dema operasyona Enfalê û Qirkirina Helebçeyê de, ti dewlet an jî hêzeke navneteweyî (Yekîtiya Ewropa-Neteweyên Yekbûyî-NATO-La Haye) li dijî rejîma Baas û dîktatoriya Saddam Huseyîn derneketin. Heta sala 2003'an dema qedandina desthilatdariya Saddam jî, kesî sûcên Saddam ên li dijî mirovahiyê şermezar nekir.
Saziyên siyasetê û hiqûqê yên navneteweyî (Yekîtiya Ewropa-Neteweyên Yekbûyî-Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê-Peymana Cenevreyê-La Haye) careke din nîşan dan ku ew dewletan ji xwe re weke referans dibînin, civakên bêdewlet naparêzin, bi fearseta siyaset û hiqûqa xwe dispêre netewe dewletê re li ser bingeha bêhiqûqî û bêedaletiya pîvanên rojavayî ava bûne.
Mîna trajediyên li Helebçeyê, heman trajedî îro li bajarên Bakurê Kurdistanê diqewimin. Dema cenazeyên pitikên hatin qetilkirin li sarincan hatin ragirtin, cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li naverastê hat hiştin, bedenên ciwanên jin ên hatin qetilkirin hatin tazîkirin û teşhîrkirin, cîhana rojava mîna serdema Enfalê, çawa ku ji ber nakokiyên xwe yên bi Îranê re çavên xwe li wehşeta Baasê girt, îro jî serî li ber şantaja penaberiyê ya dewleta Tirk ditewîne û faşîzma heyî ji nedîtî ve tê. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî, ji bo hevkariya siyasî û aborî ya bi dewleta Tirk re xera nebe, li pêşberî qirkirina Kurdan bêdeng e û ji hêzên qetlîamker re dibe palpişt.
Bi qasî cîhana rojava ya li pêşberî êrîşên neofaşîst ên AKP'ê sê meymûnan dilîzin, hêzên hevkar ên mîna hikûmeta Başûrê Kurdistanê, yanî yên bi bêdengiay xwe re dibin palpişt ji qetlîamkeran re, hevparên wan; wê di çav, dil û wijdanê Kurdan û mirovahiyê de her tim mehkûm bibin.
Di serî de desthilatdariya AKP'ê, qatilê Kurdan Erdogan û hevkarên wî, her kes û hemû hêzên di nava jenosîtê de cih girtine, mîna Hîtler û Saddam Huseyîn wê bi sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê kirine, weke rûreşiya mirovahiyê bên bîranîn.