Nasnameyên gerîlayên ku li Tendûrekê jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameyên 3 gerîlayên ku li Çiyayê Tendûrekê jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin.

HPG’ê têkildarî nasnameyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane ev agahî parve kirin:

“30’ê Tebaxê li herêma Çiyayê Agirî di navbera navçeya Bazîd a Agirî û Ebex a Wanê ku artêşa TC bi beşdariya bi hezaran lerşkeran ve operasyonek dabû destpêkirin,3 hevalê me şehîd bibûn. Nasnameyên 3 hevrêyên me yên ku bi qehremanî di berdewama vê operasyonê de şer kirin û gihiştin şehadetê wiha ne:

Nasnav: Eylem Evrin

Nav û Paşnav: Halîme Bedirî

Cihê Jidayikbûnê: Xoy

Navê Dayik û Bav: Zeytîn - Yahya

Cih û Dîroka Şehadetê: Agirî/ 2’yê Îlon 2016

***

Nasnav: Mahir Yeni

Nav û Paşnav: Hakan Yenî

Cihê Jidayikbûnê: Erdexan

Navê Dayik û Bav: Miyaser - Zekî

Cih û Dîroka Şehadetê: Agirî / 31’ê Tebaxa 2016

***

Nasnav: Sîpan Ararat

Nav û Paşnav: Mehmet Nûri Polat

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik û Bav: Gûlistan - Ahmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Agirî /2’yê Îlona 2016”

 

...