Nasnameyên bav û kur ên şervanên YPG'ê hatin eşkerekirin
YPG'ê nasnameyên du şervanên xwe, bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
YPG'ê nasnameyên du şervanên xwe, bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê nasnameyên şervanên xwe yên di êrîşa hevpar a çeteyên DAIŞ'ê û leşkerên Tirk de roja 26'ê Sibatê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Têkoşîna rûmetê ya li Rojava tê meşandin, tevahiya cîhanê matmayî dihêle. Roja 26'ê Sibatê, li dijî êrîşa hevpar a çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk, hêzên me bi fedekariyeke mezin xaka xwe parastin e. Di şerê li gundê Hemam Tirkman de şervanên me Ebdulah Elayêd û kurê wî Elî Elayêd destan li destan lehengiyê zêde kirin."
Nasnameyên her du şervanan bi vî rengî ne:
Nav paşnav: Ebdulah Elayêd
Navê dayikê: Huriye
Navê bav: Xelef
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1960 - Hemam Tirkman
Dema tevlîbûnê: 2015
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Sibata 2016 - Hemam Tirkman
Nav paşnav: Elî Elayêd
Navê dayikê: Ouş
Navê bav: Ebdulah
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1990 - Hemam Tirkmam
Dema tevlîbûnê: 2015
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Sibata 2016 - Hemam Tirkman"