Nasnameyên 6 şervanên jiyana xwe ji dest dane hat eşkerekirin
YPG’ê nasnameyên 6 şervanên azadiyê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
YPG’ê nasnameyên 6 şervanên azadiyê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameyên 6 şervanên azadiyê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Di daxuyaniya YPG’ê de wiha hat gotin:
“Ev şoreşa Rojava'yê Kurdistan'ê bi destanên efsaneyî romanên soreşa sed salê da nîvîsandin. Ji berxwedana Til Koçer heya Rimêlapaşa u Elok, şervanên me di hemû eniyan de şerekî bê dawî dan meşandin. Bêyî ku gava xwe paş da bavêjin an jî dudiliyê bijîn singê xwe kirin mertal ku karibin vîna şoreşê biparêzin u vî gelî bigîhînin azadiya bi rûmet. Di van destanên Rojava de keç û xortên Kurdperwer ji her çar perçeyên Kurdistanê di nav YPG'ê de rûmet û hebûna gelê Kurd parastin. Bi wî ruhê netewî ku ev gel bigihêje xweseriyek demokrat. Li beramberî hemû zihnîyetên şoven u teror şer dan meşandin.
Di roja îro em nasnameya şeş şervanên me yên bi rumet radigihînin. Van şervanan di şerê herî mezin de cîhekî pîroz girtin û li qada şer bi serfirazî gihîştin şahadetê. Eger di roja me ya îro de dîrok behsa qehremantiya Til Koçer, Rimêlê û Elok dike bi saya van şervanan bû û eger di roja me ya îro da em van destanan didin jiyîn, ew jî bi ruh û mîrateya van şehîdan e.
Em wek Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza me wê herdem bilindkirina tekoşînê be. Li ser vî esasî roj bi roj em ê agirê şoreşê geş bikin.”
Nasnameya şervanên azadiyê wiha ne:
Nasnav: HEJA ROJHILAT
Nav û Paşnav: EMIR BAYEZIDI
Cih û Dîroka Jidayikbûyinê: 1988/PIRANŞEHİR
Navê Dayik: FERIDE
Navê Bav: XESREW
Cih û Diroka Şehadetê: SEREKANIYE, GUNDE ELOK 6.9.2013
Nasnav: RENAS KATO
Nav û Paşnav: SEBAH MURADI
Cih û Dîroka Jidayikbûyinê: 1987/SINE
Navê Dayik: XEDICE
Navê Bav: EBDULAH
Cih û Diroka Şehadetê: TIL KOÇER 25.10.2013
Nasnav: RIZGAR HECIMNE
Nav û Paşnav: EBUBEKİR MIHEMEDI
Cih û Dîroka Jidayikbûyinê: 1993/MERIWAN
Navê Dayik: FERIDE
Navê Bav: EHMED
Cih û Diroka Şehadetê: SEREKANIYE, GUNDE MIŞRAFA 2.11.2013
[15:46:25] şervan: Nasnav: RIZGAR CIWANRO
Nav û Paşnav: MIHEMED REHMANI
Cih û Dîroka Jidayikbûyinê: 1975/KIRMANŞAH
Navê Dayik: EXDER
Navê Bav: SILEMAN
Cih û Diroka Şehadetê: SEREKANIYE, GUNDE MIŞRAFA 2.11.2013
Nasnav: SALAR SINE
Nav û Paşnav: WEHID XERIBI
Cih û Dîroka Jidayikbûyinê: 1981/SINE
Navê Dayik: SURAHI
Navê Bav: ŞUKRULAH
Cih û Diroka Şehadetê: ÇILAXA, GUNDE RIMÊLA PAŞA 11.9.2013
Nasnav: ULKEM ÇINAR
Nav û Paşnav: REMZIYE TOPDEMIR
Cih û Dîroka Jidayikbûyinê: 1982/AMED
Navê Dayik: NACIYE
Navê Bav: EBDULREHMAN
Cih û Diroka Şehadetê: TIL TEMIR GUNDE TIL NASIR 12.3.2015