Nasnameyên 6 şervanan nekarî bên teşxîskirin

Cenazeyên 6 şervanên YPS û YPS Jinê yên li Geverê jiyana xwe ji dest dan, nehatin teşxîskirin.

Ji 10 şervanên YPS û YPS Jinê yên di şerê li navçeya Colemêrg Geverê de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên 6 ji wan li Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê li benda teşxîskirinê ne.

Malbatan hewl dan cenazeyan teşxîs bikin. Rayedaran ji serî û berjêr ve nîşanî malbatan nedan. Ji ber ku cenaze ne yên teşxîskirinê bûn, malbatan ji bo testa DNA'yê xwîn dan. Rayedaran diyar kirin, eger nasnameyên cenazeyan neyên tespîtkirin, ew ê li goristana bêkesan werin veşartin.