Nasnameyên 5 şervana hatin eşkerekirin

YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG/YPJ’ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

YPG’ê di daxiyaniya xwe de ev tişt gotin: ″Di 5’ê Mijdarê de Hêzên Sûriya Demokratîk Pêngava rizgarkirina Reqayê ya bi navê Xezeba Fıratê dan destpêkirin. Di konaxa yekemîn a Pêngava Xezeba Firatê de gelek gund, gundik, gir û cihên stratejîk, hatin rizgarkirin. Piştî van pêşketinên serkeftî, şervanên me berê xwe dan bajarokê Til El-Semin yê stratejîk û di 24’ê Mijdarê de şerê dijwar rû dan. Di encama van şerê dîjwar de 5 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û gihîştin asta şehadetê.

Pêngava Xezeba Firatê hê jî bi awayekî serkeftî berdewam dike. Şervanên me Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastine Jin (YPJ ) ên di nava refên QSD’ê de gelek serkeftinên mezin bidest xistin.

Wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di serî de ji malbata 5 şehîdan re, ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê her dem şopdarên rêya şehîdên xwe bin, em ê ti carî armanca van şahadetan ji dilê xwe dernexin ta ku hêjayî wan bin.”

Nasnameyên şervanên YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Baran Wan

Nav û Paşnav: Ûgûr Dûrmaz

Navê Dayîkê: Alîme

Navê Bav: Nacî

Cihê Jidayîkbûnê: Wan

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa/ Til El-Semin 24.11.2016

***

Nasnav: Bawer Malazgîrt

Nav û Paşnav: Sûat Tekîn

Navê Dayîkê: Fereh

Navê Bav: Mîrza

Cihê Jidayîkbûnê: Malazgîrt

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa/ Til El-Semin 24.11.2016

***

Nasnav: Cegerxwîn Farqîn

Nav û Paşnav: Hesan Kaya

Navê Dayîkê: Eyşê

Navê Bav: Yasîn

Cihê Jidayîkbûnê: Riha

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa/ Til El-Semin 24.11.2016

***

Nasnav: Dîren Amargî

Nav û Paşnav: Sema Şakir

Navê Dayîkê: Sebriya

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayîkbûnê: Wan

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa/ Til El-Semin 24.11.2016

***

Nasnav: Evrîm Çiya

Nav û Paşnav: Medya Qera Elî

Navê Dayîkê: Ferîha

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayîkbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa/ Til El-Semin 24.11.2016