Nasnameyên 4 şervanên YPG’ê hatin aşkerakirin

Nasnameyên 3 şervanên YPG’ê ku di pevçûnên li herêma Serêkaniyê û şervanekî ku di êrîşên bombeyî yên li Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, hatin aşkerakirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên ku di pevçûnên bi çeteyên DAIŞ’ê re û şervanekî ku di êrîşa li Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.  Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ew in ku canê xwe dan ji bo azadî û rûmetê û ji canê xwe jiyana ronî ava kirin, ew in şehîdên ku canê feda kirin û bi xwîna xwe destan nivîsandin.

Di pevçûnên di navbera yekîneyên me û komên çeteyan li gundên Serêkaniyê 3 şervanên me bi lehengî şer kirin û gihîştin asta şehadetê. Hevalekî me jî di teqîna taxa Miftî ya li Hesekê de gihîşt şehadetê.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soz didin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ye dawî li ser doz û şopa şehîdan bimeşin.

Nasnameyên têkoşeran wiha ne:

Mihemed Hisên bi nasnav Dilbirîn, li Qamişloyê ji dayik bû, di 20'ê Adara 2015'an de li Hesekê-Miftî jiyana xwe ji dest da.

Mûhemed Cefer bi nasnav Reşîd Hesen, li Til Tişrîn-Dirbêsiyê ji dayik bû, di 18'ê Adara 2015'an de li Resim Hacir-Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.

Ehmed Gîtit bi nasnav Mezlûm Dirbêsiyê, li Dirbêsiyê ji dayik bû, di 16'ê Adara 2015'an de li Resim Hacir-Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.

Nîçrevan Silêman bi nasnav Siymend Tolhildan, li Serêkaniyê ji dayik bû, di 19'ê Adara 2015'an de li gundê Til Xenzîr-Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.