Nasnameyên 3 şervanên YPG/YPJ'ê hatin eşkerekirin
YPG'ê nasnameyên 3 şervanên xwe yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
YPG'ê nasnameyên 3 şervanên xwe yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê nasnameya şervaneke YPJ'ê ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û 2 şervanên YPG'ê eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
"Li warê şoreşê serbilindî, qehremanî, êş û bedelên mezin bi hev re tên jiyîn. Yên doz xurt kirin, welat û gel serbilind kirin, şehîd bi xwe ne. Dîroka nû ew bi can û keda xwe dafirînin. Ji ber vê banga herî mezin soza herî mezin û hêza herî mezin şehîd in.
Îro em nasnameya sê hevrêyên xwe radigihînin ku di dema pêkanîna erkên xwe de gihîştin şehadetê. Ew xwedî li soza azadiyê derketin û heta hilma xwe ya dawiyê bûn mêvanê karwanên şehîdên nemir, şehîdên serxwebûna gelên Rojavayê Kurdistanê.
Ji wan hevalan, hevala Hêvîdar (Hadika Dogrû) ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibatê 2016'an de bedena xwe dabû ber agir. Ji hingî ve di nexweşxane de dihat dermankirin. Lê tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û 6'ê Nîsana 2016'an gihîşt şehadetê.
Weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê em ji malbata her sê pakrewanan re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku bîranina wan cangoriyên azadiyê bibe hêz û hêviya berdewamiya têkoşîna rizgariyê.
Nasnameya pakrewanan wiha ye:
Navê Tevgerî: Hevîdar Serhed
Navê Rast: Hadîka Dogru
Navê Dayikê: Şekernaz
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji dayikbûnê: Malazgirt, Muş
Cih û dema şehadetê:Kobanê 06-04-2016
Navê Tevgerî: Aras Rimêlan
Navê Rast: Ehmed Metran
Navê Dayikê: Terfa
Navê Bav: Micbil
Cihê ji dayikbûnê: Girkêlegê, Rimêla Paşa
Cih û dema şehadetê:Rimêla Paşa 18-04-2016
Navê Tevgerî: Rênas Kilis
Navê Rast: Yunus Koroglu
Navê Dayikê: Tulya
Navê Bav: Sînan
Cihê ji dayikbûnê: Kilis
Cih û dema şehadetê:Dêrik 02-03-2016