Nasnameya gerîlayeke 1985’an jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir ku Saîme Aşkin a bi nasnav Delal di sala 1985’an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, nasnameya gerîlayeke ku di sala 1975’an de ji Rihayê beşdarî nav têkoşîna azadiyê bûye, di 10’ê Cotmeha 1955’an de li gundê Vankok ê Dêrsimê di 10’ê Cotmeha 1955’an de ji dayik bûye li Dêrsim, Riha, Amed, Dîlok, Elezîz, Lolan, Filistîn, Lubnan, Sûriye, Ewropa û Xakurkê gelek wezîfe kirine aşkera kir.

Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir ku Saîme Aşkin a bi nasnav Delal di sala 1985’an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê  ku nameyek ji malbata Aşkin re şand, ji ber di mijara agahdarkirinê derengî çêbûye lêborîn xwest.

Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê  got,“Zarok û xizma we hevala me ya hêja Delal, êş û tengasiyên gelê me dijî dîtiye, ev di dilê xwe de bi kûrahî hîs kiriye û rêya dawîkirina wan, di nav refên gerîla yên hêviyên azadiya gelê me de dîtiye.” Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê  diyar kir ku Aşkin, serîrakirina li hember statuya koletiyê ya gelê Kurdistan ji aliyê dewletên mêtinkar ve têde tê girtin, wek wezîfeya exlaqî û herî bingehîn a mirovatiyê ya Kurdistanî û welatparêziyê dîtiye, bi hestyariyeke mezin guh daye dengê wijdanê xwe, jiyaneke kurt a mînaka fedakariyê ya hêja nîşan daye.

Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê got ku Aşkin ji roja ku beşdar bû heta jiyana xwe ji dest da, ji bo Kurdistan azad bibe, gelê Kurd bi azadî bijî û di nav mirovatiya cîhanê de cihê bi rûmet ê heq kiriye bigire, bi fedakarî, dilsozî û hezkirina ji gelê Kurd, weletê xwe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebitiye.

Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê  wiha dewam kir, “Serê tevayî gelê Kurdistan û yê we sax be. Em dixwazin hûn zanibin , em wek rêhevalên wê, êşa we ji kûr hîs dikin, weke we em jî ji ber şehadeta hevala xwe êşê dikişînin. Em vê êşê bi hilgirtina çek û alê û di xeta tevayî şehîdên me de bi pêşxistina têkoşînê hewl didin kêm bikin. Em hêvî dikin ku hûn jî wek ferdên malbata hêja ji şehadetê bi sebr û metaneteke mezin pêşwazî bikin û li ser heman esasî nêz bibin.” Komîteya Rêveber a PKK’ê û Komîteya Piştevaniyê ya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê da xuyakirin ku ti gel bê ku berdêlê bide negihiştiye azadiya xwe û jiyaneke bi rûmet heq nekiriye.

Name wiha didome: “Rêya herî rast a bidawîkirina êşan, bêmirinkirina şehîdên me ye. Wateya vê jî, pêkanîna armancên ew pêve girêdayî û hê zêdetir têkoşîn e. Her ku têkoşîn pêş bikeve, wê şehîdên me jî di dilê gelê me yê mezin de heta dawiyê bijîn” hat diyarkirin ku ji ber malbata xwedî zarok û xwişkek wiha ye çiqasî pê serbilind bin kêm e.

Di nameyê de hat destnîşankirin ku wek gelê herî qedîm ê dîrokê, gelê Kurd ji ber dixwaze bi ziman û çanda xwe bijî û çarenûsa xwe bi awayekî azad bi xwe tayîn bike, bi feraseteke serwer ya dixwaze hebûn û rûmeta wî tine bihesibîne û ji holê rake re rû bi rû ye û wiha hat gotin, “Bila bê bawer kirin ku li hember dijminê ku her gava me ya aştiyê wek lewazî dibîne, ji bo destê aştiyê yê me dirêj kiriye bişkîne êrîşên xwe zêde kiriye û hewl dide gelê mehkûmî pêşerojeke bêrûmet bike, di xeta şehîdên xwe de heta ferdên xwe yên dawî em ê têbikoşin.”