Nasnameya 4 gêrîlayên di operasyona 16’ê Mijdarê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dayîn û gêrîlayê 10’ê Mijdarê li navçeya Bazîda Agiriyê jiyana xwe ji dest dayî hatin aşkera kirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) ragihand ku, “Di navbera leşkerên artêşa dagirker yên TC’ê ku 16’ê Mijdarê li herêma Geliyê Tiyarê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyon li darxistin û gêrilayên me de pevçûn derketibû. Di pevçûnê de hêjmara mirî û birîndarên leşkeran nehatine zelalkirin. Di vê pevçûnê de 4 hevalên me jî gihane şahadetê.”
Li gorî HPG-NÇR’ê nasnameya gêrîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Muhbet Karaer bi nasnav Vejîn Êlih ji Êlihê
Derya Tamer bi nasnav Ronahî Yekbûn, ji Dara Hênê/Çewlik
Cezmî Altinbaş bi nasnav Botan Erdal ji Bedlîsê
Mustafa Yenî bi nasnav Baran Botan ji Amedê
HPG-NÇR’ê nasnameya gêrîlayekî din ku li navçeya Bazîdê jiyana xwe ji dest dabû aşkera kir û ragihand ku, “10’ê Mijdarê li herêma Kire Hellac û Demîrkapi yên girêdayî navçeya Bazîda Agiriyê gêrîlayên me li dijî artêşa dagirker ya Tirk çalakî pêkanî bû û piştî çalakiyê pevçûna rû da û di pevçûnê de 15 leşker hatibûn kuştin, ev agahî beriya vê me bi raya giştî re parve kiribû. Her wiha me dabû diyarkirin ku, di vê pevçûnê de 2 rêhevalên me jî şehîd ketine. Hatibû destnîşan kirin ku, nasnameya rê hevalek me hatiye aşkera kirin, dema agahiyên derbarê rê hevalê me yê din de zelal bûn ew dê bi raya giştî re parve bikin.”
Nasnameya gêrîlayê li navçeya Bazîda Agiriyê jiyana xwe ji dest da wiha ye:
Hasan Denktaş bi nas nav Rohat Armîn ji Pirsûsa Rihayê