Nasnameya 4 gêrîlayên li Kato jiyana xwe ji dest dan aşkera bû

Nasnameya 4 gêrîlayên li Kato jiyana xwe ji dest dan aşkera bû

HPG’ê nasnameya 4 gêrîlayên di operasyona 1-6’ê Mijdarê li ser Çiyayê Kato yê ser bi navçeya Elka Şirnexê de jiyana xwe ji dest dayîn aşkera kir. Her wiha HPG’ê ragihand ku, 3 gêrîlayên ji hêzên gêrîlayan qut bûyîn jî bi awayek bitendurist gihane wargehên xwe.

Navenda Çapemenî-Ragihadina HPG’ê (HPG-NÇR) nasnameya 4 gêrîlayên ku di operasyona 4 hezar leşker tevlîbûyîn ya di 1-6’ê Mijdarê de li dijî Çiyayê Kato ser bi navçeya Elka Şirnexê ve hatî pêkanîn de, aşkera kir.

Her weke din jî HPG’ê ragihand ku, 3 gêrîlayên di dema operasyonê de ji hêzên gêrîlayan qutbûyîn jî bi awayek tendurist gihane wargehên xwe.

4 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dayîn evin:

* Nêrgiz Karahan bi nasnav Nêrgiz Cizîr, li navçeya Cizîr ya Şirnexê ji dayîk bûye.

* Emîne Saraç bi nasnav Zeynep Botan, li Şirnexê ji dayîk bûye.

* Îsmaîl Sido bi nasnav Rizgar Şahîn, li Efrînê ji dayîkbûye.

* Erefat Aşkan bi nasnav Kurtay Kato, li Elka Şirnexê ji dayîk bûye.