Nasnameya 3 gerîlayên li Pazarcixê jiyana xwe ji dest dan

Nasnameya 3 gerîlayên li Pazarcixê jiyana xwe ji dest dan

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ldi 13’ê cotmehê de li navçeya Bazarcixa Mereşê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) got; “Di 13’ê Cotmehê de li navçeya Pazarcixa Mereşê li bejahiya gundêÎncîrliyê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. 3 rêhevalê me jî bi lehengî li berxwe dane û gihîştine şahadetê.”

HPG’ê da zanîn ; “Di derbarê vê bûyerê de agahiyên di çapemeniya dijmin de behsa şahadeta rêhevalê me Sîpan tê kirin ne raste. Ev hevalê me li yekîneya xwe ye û wezîfeya xwe berdewam dike. Ji ber vê jî malbatên gerîlayên me divê guh nedin agahiyên dijmin û li hêviya daxuyaniyên me bisekinin.”

Nasnameya sê gerîlayan wiha ne:

- Remzî Can, bi nasnavê Kendal Tatvan, cihê jidayikbûnê: Bedlîs

-Nebî Tûrgay, bi nasnavê Cemal Amed, cihê jidayikbûnê: Amed

-Hebeş Dagtekîn, bi nasnavê Denîz Kendal, cihê jidayikbûnê: Pîrsûs, Riha