Nasnameya 3 gêrîlayên li Çelê jiyana xwe ji dest dan aşkera bûn

Nasnameya 3 gêrîlayên li Çelê jiyana xwe ji dest dan aşkera bûn

HPG’ê nasnameya 3 gêrîlayên di çalakiya 16’ê Cotmehê li Çelê li dijî yekîneyên artêşa Tirk pêkanî jiyana xwe ji dest dayîn aşkera kir.

Gêrîlayên HPG’ê di roja 16’ê Cotmehê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî girê ewlekariya Tabûra Serê Sêvê dikir çalakî pêkanî bû, pevçûnên ku piştî serdegirtinê derketin 1 tank û 3 çeper hatibûn tunekirin, bigiştî 17 leşker hatibûn kuştin. Di çalakiyê de 3 gêrîlayan jî jiyana xwe ji dest dabûn.

Nasnameya 3 gêrîlayên HPG’ê yên di 18’ê Cotmehê jiyana xwe ji dest dayîn wiha ne:

-Zekî Şahîn bi nasnav Cûdî Koçer, Êlih

-Herem Elî bi nasnav Helo Şahîn, Silêmanî

-Remezan Casim bi nasnav Erdal Serêkanî, Serêkanî (Rojavayê Kurdistanê)