Nasnameya 21 şervanên li Kobanê jiyana xwe ji dest hat aşkerakirin

Nasnameyên 21 şervanên YPG/YPJ’ê yên li hemberî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê parastinek mezin kirin û di operasyona paqijkirina çeteyan de jiyana xwe ji dest dane, hatin aşkerakirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 21 cangoriyên azadiyê aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“25’ê Pûşberê, terorîstên DAIŞ’ê li bajer û bejahiya Kobanê bê ku ferq texe nava jin, zarok, pîr û kalan, li hemberî gelên me yên sivîl komkujiyek pêk anî. Ev bûyera ku ji bo tevahî gelên me bû cihê xemgîniyek mezin, ji bo zêdetir giran nebe hêzên me li her derê ku çete lê hene, êrîşî çeteyan kirin û xwe kirin mertal.

Hêzên me di nava bajer, gundên başûr û başûr rojavayê Kobanê de, hewldana dagirkeriya çeteyan carek din vala derxist û derbeyên giran li wan xistin.

Di nava vê berxwedana dîrokî de me 21 rêhevalên xwe yên ku bi erka parastina azadî û rûmeta gelên me rabibûn şehîd dan. Her yek ji wan cangoriyan di zanebûna berpirsiyartiya xwe de bûn. Wan dizanîbûn ku di oxira pêşeroja welat de xwe feda kirin ji hemû fazîletan jî bilindtir e. Lewma bêyî ku dudilî jiyan, xwe dan ber fîşekan û ji bo rê li çeteyên qirêj venebe xwe kirin gorî.

Wekî rêhevalên me yên Reşît û Çekdar ên çûn ser çeperên dijmin û çalakiya fedaî kirin, hemû hevalên me heta keliyên xwe ya dawiyê jî wekî fedaî jiyan, têkoşiyan û şehîd ketin. Bi vê berxwedanê careke din jî hat misogerkirin ku heta ev lehengên me hebin gelê Kurd ti carî bin nakeve û tim li ser koka xwe şîn were.

Em wekî gelê Kurd, bi êşên pir mezin re rû bi rû man e. Lê gelê me, hêvî çiqas kêm be jî, derfeta jiyanê çiqas kêm hatibe hiştin jî her tim ji van êşên xwe jiyanek nû jî afirandiye. Îro ji her demê zêdetir gelê Kurd û hemû pekhateyên ku tevî gelê Kurd dixwazin li ser erdê pîroz, di nava aştî û aramiyê de bijîn, nêzîkî armanca xwe ya jiyana azad in. Em pir baş dizanin ku ev berdêlên em didin, ev keç û xortên leheng û xweşîkiyên disperin axê, tovê jiyana azad û hevpar dikin şitil.

Em wekî YPG û YPJ’ê li hemberî van 21 rêhevalên xwe û hemû şehîdên xwe yên sivîl bejna xwe ditewinîn. Em soz didin ku wê xwîna we li erdê nemîne. Em soz didin ku wê tola we were girtin. Em soz didin ku yek neyar û dijmin jî nikarin pê li ser vê erda pîroz a ku bi xwîna we ya pak hatiye avdan bike. Em soz didin ku ev vîna azad a ku nûnertiya vê kirin ti carî neşikê û tim bi ser bilind, erka xwe ya pêşengtiyê berdewam bike.

Em carek din li ser navê hemû fermandar û şervanên YPG û YPJ’ê di serî de ji malbatên şehîdan, gelê Kurd û hemû kesên ku êşên me parve kirine re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya heta serketinê têbikoşîn dubare dikin.”

Nasnameya pakrewanan wiha ne:

 

 Nasnav: Sorxwîn Kobanê

 Nav: Cîhan Horo

Navê dayikê: Ayişa

Navê bav: Horo

Cihê jidayikbûnê: Yaremaz

Cih û dîroka şehadetê: 25-6-2015 Kobanê

 

Nasnav: Amara Cûdî

Nav: Leyla Eyranepur

Navê dayikê: Emîna

Navê bav: Sadiq

Cihê jidayikbûnê: Rojhilat- Marîwan Kanîdînir

Cih û dîroka şehadetê: 26-6-2015 Kobanê

 

Nasnav: Arnavut Karker Kobanê

Nav: Firat Horoz

Navê dayikê: Helîma

Navê bav: Nezmî

Cihê jidayikbûnê: Sînop- Turkî Elî

Cih û dîroka şehdetê: 25-6-2015 Kobanê

 

Nasnav: Mezlûm Kobanê

Nav: Ehmed Hisên

Navê dayikê: Mecdûlîn

Navê bav: Dero

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: 25-6-2015 Kobanê

 

Nasnav: Rojava Gerîla

Nav: Sozdar Şêxo

Navê dayikê: Sermîra

Navê bav: Qadir

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: 25-6-2015 Kobanê

 

Nasnav: Şêro Kobanê

Nav: Şêrzad Miheyedîn

Navê dayikê: Ayşa

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: 25-6-2015 Kobanê

 

Nasnav: Şevger Kobanê

Nav: Fethî Ibrahîm

Navê dayikê: Şara

Navê bav: Xelîl

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: 25-6-2015 Kobanê

 

Nasnav: Mître Bêrîtan

Nav: Sehre Mîlanî

Navê dayikê: Gulê

Navê bav: Cengîz

Cihê jidayikbûnê: Rojhilat – xoy

Cih û dîroka şehadetê: 25-6-2015 Kobanê – gundê Berx Botan

 

Nasnav: Aso Merîwan

Nav: Rebuar r Keywanî

Navê dayikê: Awtaw

Navê bav: Elî

Cih jidayikbûnê: Merîwan

Cih û dîroka şehadetê: 27-6-2015 Kobanê- Mecbela Gazê

 

Nasnav: Axa Kobanê

Nav: Îsa Eil

Navê dayikê: Zeynep

Navê bav: Bahadîn

Cihê jidayikbûnê: Xizinê

Cih û dîroka şehadetê: 25-6-2015 Kobanê- Mecbela Gazê

 

Nasnav: Çekdar Çiya

Nav: Evdo Ereba

Navê dayikê: Zeyneb

Navê bav: Şahîn

Cihê jidayikbûnê: Efrîn -Şerava Başemre

Cih û dîroka şehadetê: 27-6-2015 Kobanê- Mecbela Gazê

 

Nasnav: Egîd Amed

Nav: Ibrahîm Aydemîr

Navê dayikê: Ayşa

Navê bav: Naîf

Cihê jidayikbûnê: Licê

Cih û dîroka şehadetê: 25-6-2015 Kobanê- Mecbela Gazê

 

Nasnav: Jêhat Zaza

Nav: Mihemed Koca

Navê dayikê: Bedriya

Navê bav: Abdulkadir

Cihê jidayikbûnê: Bîngul

Cih û dîroka şehadetê: 27-6-2015 Kobanê- Mecbela Gazê

 

Nasnav: Newres Kobanê

Nav: Hesen Xelîl

Navê dayikê: Sabîha

Navê bav : Eyub

Cihê jidayikbûnê: Kobanê – Gundê Bexdik

Cih û dîroka şehadetê: 25-6-2015 Kobanê- Mecbela Gazê

 

Nasnav: Reşîd Avareş

Nav: Şiyar Karasu

Navê dayikê: Gulîsatn

Navê bav: Ezedîn

Cihê jidayikbûnê: Sêrt -baykan

Cih û dîroka şehadetê: 27-6-2015 Kobanê- Mecbela Gazê

 

Nasnav: Zerdeşt Amed

Nav: Ahmed Dernek

Navê dayikê: Zelîxa

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Amed

Cih û dîroka şehadetê: 27-6-2015 Kobanê- Mecbela Gazê

 

Nasnav: Akif Yaremaz

Nav: Azad Ceber

Navê dayikê: Adle

Navê bav: Bekir

Cihê jidayikbûnê: Yaremaz

Cih û dîroka şehadetê: 27-6-2015 Kobanê – Meqlea Sirîn

 

Nasnav: Şervan Parast

Nav: Cihn Denîz

Navê dayikê: Kudret

Navê bav: Melhem

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Cih dîroka şehadetê: 26-6-2015 Kobanê – Gundê Şêxler

 

Nasnav: Fedekar Pîra

Nav: Burhan Akgun

Navê dayikê: Fatima

Navê bav: Kemal

Cihê jidayikbûnê: Igdir

Cih dîroka şehadetê: 26-6-2015 Kobanê – Gundê Şêxler

 

Nasnav: Hîvda Avareş

Nav: Melek Erkek

Navê dayikê: Nurhan

Navê bav: Recep

Cihê jidayikbûnê: Bîsmîl

Cih dîroka şehadetê: 26-6-2015 Kobanê – Gundê Şêxler

 

Nasnav: Rustem Gever

Nav: Ramezan Akdoxan

Navê dayikê: Caziye

Navê bav: Ahmet

Cihê jidayikbûnê: Gever

Cih dîroka şehadetê: 26-6-2015 Kobanê – Gundê Şêx