Nasnameya 2 gerîlayên li Amanosan jiyana xwe ji dest dan

Nasnameya 2 gerîlayên li Amanosan jiyana xwe ji dest dan

Nasnameya du gerîlayên HPGê yên 25ê mijdarê li navçeya Hasanbeylî ya bajarê Tirkiye Osmaniyeyê jiyana xwe ji dest dan aşkere bû.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê (HPG-NÇR) nasnameya du gerîlayên HPGê yên li navçeya Hasanbeylî ya Osmaniyeyê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.

HPG-NÇRê got; “25’ê Mijdarê li navçeya Hasanbeyli ya Osmaniyê li nêzî Gundê Karayigit di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. 2 rêhevalê me jî bi lehengî li berxwedane û gihîştine şahadetê.”

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:

-Mûrat Bîlgîç, Delîl Antep, li Dîlokê ji dayik bûye, bi eslê xwe ji Xelfetiya Rihayê ye.

-Nazim Işik, bi nasnavê Bagar Feraşîn, li Şirnexê ji dayik bûye