Nasnameya 11 şervanên jiyana xwe ji dest dan

YPG'ê, nasnameya 11 şervanên xwe yên di êrîşên 27'ê Nîsanê yên çeteyên ji aliyê MÎT'ê ve hatin organîzekirin de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

YPG'ê, nasnameya 11 şervanên xwe yên di êrîşên 27'ê Nîsanê yên çeteyên ji aliyê MÎT'ê ve hatin organîzekirin de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Di roja 27’ê Nîsana 2016’an de hejmarek zêde ji çeteyên pêxas xwestin bi çekên xwe yên giran êrîşî destketiyên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bikin û bi vî awayî di îradeya gel û yekîneyên parastinê de lawazbûnê ava bikin. Wan komên ku heta diranan çekdar bibûn di saet 09.30’ê roja çarşemê de li ser erdê û bi topên hawanan êrîşên xwe li herêma Birad a girêdayî Efrînê dest pê kirin.

Lê belê li hemberî van planên dijwar şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hebûn. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku weke pêşengên QSD’ê tên naskirin, careke din serkêşiya berxwedaneke dîrokî kirin û sing bi sing bersiva dijmin dan. Dawiya wê şerê dijwar binketinek din ji bo komên çete û alîgirên wan bû.

Di wê rojê de 11 hevrêyên me ku çeperên şer kiribûn sînorê parastina hêviya gelên Rojava, destanek nû ji rûmet û cengaweriya xwe tomar kirin û piştî şerekî giran gihîştin şehadetê. Wan hevalan ne tenê Efrîn parastin, meşa ber bi azadiyê li Rojava û çar aliyên welat bi xwîna xwe misoger kirin.

Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), em careke din soza ku me daye şehîdên nemir dubare dikin û dibêjin ku heta dawiyê em ê şopdarên rêya azadîxwaziya wan bin. Di serî de malbatên şehidên Efrînê, em ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameya pakrewanan wiha ye:

Navê Tevgerî: Axîn Şervan
Nav paşnav: Oriya Xelîl
Navê Dayikê: Dilşan
Navê Bav: Ebdulrehman
Cihê Ji Dayikbûnê: Mebetlî, Şitke, Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Belenûyê, Efrîn 27-04-2016

Navê Tevgerî: Dênîz Egîd
Nav paşnav: Rola Miho
Navê Dayikê: Medîhe
Navê Bav: Şêxmos
Cihê Ji Dayikbûnê: Raco, Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Belenûyê, Efrîn 27-04-2016

Navê Tevgerî: Dêrsim
Nav paşnav: Dêrsim Veqas
Navê Dayikê: Rûxwaş
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Mebetlî, Kaxire, Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyndeqne, Efrîn 27-04-2016

Navê Tevgerî: Fedakar Çiya
Nav paşnav: Nezmî Ismaîl
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Salih
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyndeqne, Efrîn 27-04-2016

Navê Tevgerî: Hisên
Nav paşnav: Hisên Mihemed
Navê Dayikê: Fatime
Navê Bav: Reşîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Şeye, Erinde
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyndeqne, Efrîn 27-04-2016

Navê Tevgerî: Kendal Botan
Nav paşnav: Ocalan Oso
Navê Dayikê: Fehîme
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Birad, Şêrawa, Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyndeqne, Efrîn 27-04-2016

Navê Tevgerî: Kurdo Efrîn
Nav paşnav:Mehmûd Mihemed
Navê Dayikê: Almaz
Navê Bav: Xelîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Edame, Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Belenûyê, Efrîn 27-04-2016

Navê Tevgerî: Rustem Efrîn
Nav paşnav: Munzur Resid
Navê Dayikê: Hefiye
Navê Bav: Reşîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Suwak, Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyndeqne, Efrîn 27-04-2016

Navê Tevgerî: Şaristan Zîlan
Nav paşnav: Cigîre Erselan
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Henan
Cihê Ji Dayikbûnê: Mebetlî, Kumruk, Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Belenûyê, Efrîn 27-04-2016

Navê Tevgerî: Soro Şêrawî
Nav paşnav: Ibrahîm Xerfan
Navê Dayikê: Xezal
Navê Bav: Bekr
Cihê Ji Dayikbûnê: Başimre, Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Belenûyê, Efrîn 27-04-2016

Navê Tevgerî: Zindan Efrîn
Nav paşnav: Hisên Diyar
Navê Dayikê: Dingil
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyndeqne, Efrîn 27-04-2016

...