Narîn: Ya girîng avakirina Kobanê ye

Şaredariya Sûrê ya Amedê ‘Projeya Avahiyên civakî’ da destpêkirin. Hevşaredarê Sûrê Seyît Narîn di nasandina projeyê de axivî û diyar kir ku projeya ku ji 8 blok û 88 daîreyan pêk tê wê elektîrîka wê bi enerjiya rojê pêk bê.

Şaredariya Sûrê ya Amedê ‘Projeya Avahiyên civakî’ da destpêkirin.  Hevşaredarê Sûrê Seyît Narîn di nasandina projeyê de axivî  û diyar kir ku projeya ku ji 8 blok û 88 daîreyan pêk tê wê elektîrîka wê bi enerjiya rojê pêk bê. Narîn bi lêv kir ku niha bo wan ya girîng avakirina Kobanê ye.

Şaredariya Sûrê bi dirûşma, ‘Tuxleyekê jî ti deyne’  ji bo nasandina Projeya Avahiyên Civakî bi rojnamegeran re hate cem hev.  Hevşaredarê Sûrê Seyît Narîn, endamên Meclîsa Şaredariya Sûrê, Serokê Daîreya Xizmeta Civakî û gelek xebatkar tevlî civîna ku li otelê pêk hat bûn. Di çarçoveya ku tê plankirin li ser rêya Amed- Farqînê pêk bê, ji 8 blok û 88 daîreyî pêk tê. Seyît Narîn da zanîn ku avahiyên mijara gotinê ne wê li Sûrê ji bo veguhestinê bibe ling.

Narîn der barê projeyê de axivî û wiha berdewam kir: “Di vê projeyê de wê enerjî bi xwe bê hilberandin. Wê pergaleke ku bi enerjiya rojê dixebite  bê avakirin.  Şaredariya Mezin di rojên buhrî de pirsgirêkek jiyan û em naxwazin hema pirsgirêkê bijîn. Avahî bêdem ji bo ti kesî wê neyê tahsîskirin. 

Narîn da zanîn ku wê hemû welatiyên bi hestiyar piştgiriyê bidin kampanyayê û wiha pêde çû: “Xwezî qanûnan dest bida ku ev proje li Kobanê ava bikira, lê qanûn destûrê nadin. Di pêvajoya pêş de bi xweseriya rêveberiyên herêmî re wê projeyek wisa li aliyê din ê sînor pêk bê."

JI BO ME YA PÊŞÎ AVAKIRINA KOBANÊ YE

Narîn got ku proje berê hatiye plankirin û ya girîng niha ev e ku Kobanê bê avakirin û ji ber vê yekê wê proje lokal bê girtin. Narîn wiha got: “Em ê projeyê lokal bigirin.Ji bo naskirina projeyê me afîş daliqandin. Em ê wan çend rojan bihêlin. Ji  bo me ya sereke avakirina Kobanê ye.”

Narîn li ser pirsa ‘Hûn ji bo avakirina Kobanê ya TOKÎ’yê çi difikirin? jî got: “Ez wek zarokê welatiyekî ku li çar parçeyan veqetiyaye, ji bo dewlet samimiyeta xwe nîşan bide ev derfetek e. Li şûna ku welatekî Ewropa li wir rol bigire divê Tirkiye biçe wir.”