Nameya ku Kişanak xwe li ber negirt

Nameya ku Kişanak xwe li ber negirt

Di nameya Endamê LRN'ê (lijneya rêveberiya navendî) ya DTP’ê yê berê Mazlum Tekdag a ku Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak kelûgirî bû nekarî di civîna komê de bixwîne de tê gotin ew dê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin û wiha tê gotin: "Em di vê pêvajoyê de bi bedenên xwe bihelînin. Li hemnberî zilma zalim di nava çar dîwaran de ji bilî vê yekê tu tişt ji dest me nayê."

Endamê LRN'ê ya BDP'ê yê berê Mazlum Tekdag ê ku di doza sereke ya KCK'ê ya Amedê tê darizandin û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê de dest bi çalakiya gireva çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kir ji Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak re name nivîsand. Kişanak di civîna koma BDP'ê ya sêşemê de xwest ku bixwîne lê ji ber ku bi hestiyar bû giriya nekarîbû nameyê bixwîne.

Mazlûm di salên 1990’an de bavê xwe di êrîşeke çekdarî de wenda kir û bavê Mazlûm Tekdag ji aliyê ji aliyê JÎTEM’ê ve hate revandin. Mazlûm ji 12’ê Îlonê ve di greva birçîbûnê de ye.

Gava bavê Mazlûm hate kuştin, Mazlûm hîna 9 salî bû, birayê wî Şoreş 8, Mehmet emîn 6 û Selman jî 3 salî bûn. Mamê wî Alî Tekdag jî di sala 1995’ê de ji aliyê JÎTEM’ê ve hate revandin û bi îşkenceyê hate qetilkirin. Mazlûm gava dibistana amadeyî dixwend, beşdarî xebatên ciwanan ên HADEP’ê bû û piştre bû endamê LRN’ya DTP’ê. Mazlûm di 14’ê Nîsana 2009 de hate girtin û heta niha di girtîgehê de ye.

Nameya Tekdag ji Kişanak re şandî wiha ye: "

Xwîşka Gultan

Xwîşka Hêja, niha agahiya te pê heye me komek hevalan di 12'yê îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kir. Hejmara me 15 ye. Yên tu dinasî (Ez û Teyîp) in. Çalakî li ser du daxwazên siyasî me da destpêkirin. Ji ber ku ez dê hinceta daxwazên siyasî ji te re cuda binivîsîm ez li vir careke din nanivîsim. Her wiha hevalên jin ên di dosyaya me de jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Niha agahiya we bi vê yekê jî çêbûye. Dema me dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir me biryar da ku ji gelek saziyan re nameyan binivîsîn. Ev hefteyek em xwarin naxwin. Xwîşaka delal! em vê carê bi biryar in, an dê daxwazên me bên qebûlkirin an jî dawiya vê yekê dê mirin be. Em gelek cidî ne û me di daxwaznameyên xwe de jî vê yekê anî ziman û ji raya giştî re aşkere kir. Min xwe ji vê yekê re amade kiriye û ez bawer dikim ku 15 hevalên min jî ji vê yekê re amade ne. Heta ev vîn, bawerî, hêvî û biryardarî hebe xwarin û malê dinê li ber çavê me nîne û nabe. Mixabin em rojên her roj êş û rondikên çavan dibarin dijîn. Zehmetiya şer afiranîdiye em hemû pê bandor dibin. Divê ji mirin û xwînê re bê gotin raweste. Têkoşîna azadiya gelê kurd bi awayekî neheq û bêhiqûqî dixwazin têk bibin û bi tepisînin. Ziman, çand û nasnameya wî tune tê hesibandin, vîna wî rastî tecrîdê tê û bi operasyonên siyasî û leşkerî dixwazin tasfiye bikin. Divê li hemberî van polîtîka û konseptan bi berxwendanê raweste. Hemû qad di nava têkoşînekê de ne û em jî dê li hemberî helwest û nêzîkatiya dewleta AKP'ê têkoşînê bimeşînin û li ber xwe bidin. Pêvajo gelek tevlîhev e û dê çawa pêş bikeve û encamên wê dê çawa be nediyar e. Em bi bedenên xwe tevlî vê pêvajoyê dibin. Li hemberî zilma zalîm di nav çar dîwaran de ji bilî vê yekê tu tiştên din ji destê me nayê.

'DI FERASETÊ DE CUDAHÎ TUNE YE'

Bêguman wate û destpêkirina îro ji ya di 12'ê îlonê de heye. Her çiqas di formatê de guherîn hebe jî, di rêbaz, pêkanîn, feraset û pergalê de tu cudahî tune ye, heta em dikarin bibêjin gihiştiye astekî bi xetertir. Belê, derbarê pêşketinên pêvajoyê de hûn ji me çêtir dizanin, polîtîkaya reel ji me çêtir dişopîn in, ji ber ku hûn dijîn û di nav de ne. Di encamê de nêzîkatiyên weke polîtîkayên lîncê, bêîtîbarkirin, gef, tirsandin, cudakirin, perçekirin û girtinê dê we bêzar nekin. Çawa min gotî hembêzkirin an dê rast bê fêmkirin ji biratiyê re, an jî dê xelet bê şîrovekirin bê çewtkirin ji dijminahiyê re bikeve halekî ne baş. Ez derbarê rewşa xwe de jî çend tiştan bibêjim, jixwe ez texmîn dikim tu mereq dikî. Çawa tu dizanî zêdetirê sê sal û nîv e em êdî hîn bûn, fêr bûn û me nas kir. Em vê derê dizanin, sala pêşî me pir zehmetî kişand, lê aliyeke heye ku ew jî hînî vir nabe, hinek jî para rihê li bendewariyê hebû. Ez bi kesayetiya xwe bawer im hinekî zelal bûme. Di vê dadgehê de ji me re tahliye dernakeve, ji pergala darizandinê ya hiqûqa dijminahiyê dimeşîne. Ji vê hişemendî û ferasetê, ger mirov azadiyê bixwaze ev yek safîtî ye. Nêzîkatiya giştî ya darizandinê mijara nameyekî cuda ye. Dest ji me berde, li vir bûyerên wisa hene ku ji trajîkomîkê wêdetir in...

'MIN XWE JI ENCAMA HERÎ NEYÎNÎ RE AMADE KIRIYE'

Ji ber vê yekê min xwe ji encama herî neyînî re amade kiriye, bêguman ev nayê wateya ku bê hêvî me. Baweriya di nava me de her tim me hinekê din ber bi azadiyê ve dibe, me berê xwe daye gel û têkoşîna xwe, çi bi wan re hebe, yên din pere pûç in... Ya din jî hûn hene, têkoşîna siyasî ya demokratîk didome. Xebatên me yên partiyê ya li derve me bi hev re dimeşand hate bîra min. Hindik ma xwîşkê, polîtîkaya AKP'ê teqez dê îflas bike, bes em ji riya xwe ya dizanin şaş nebin, serbilind bisekinin û têbikoşin. Wê demê em dê zêdetir nêzîkê azadiyê bibin. Tenduristiya min, moral û rewşa min a giştî gelek baş e. Pirsgirêkeke wisa cidî nîn e. Pêvajoya zindanê li gor xwe dinirxînim, dixwînim û li ser difikirim. Heke demekî awarte bikarim çêbibe, ez dê derbarê rojên xwe yên di zindanê de jî binivsînim. Dayik, xwîşk û birayên min diçin û tên, rewşa wan jî baş e, bila sax bin, eleqeder jî dibin, wan jî li gor xwe pergalek çêkiriye, debara xwe dikin.

'EZ BI ÇALAKVANÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ RE DI HEMAN CIH DE DIMÎNIM'

Ez niha bi 8 hevalên bi hev re ketine çalakiya greva birçîbûnê re di heman cihî de dimînim. Weke refeqet bike hevalê Ahmet Çelen jî li gel me ye. Baş li me dinêre, moral dide, silavê taybet ji te re dişîne. Hemû hevalên tu wan dinasî baş in. Piraniya wan ez jî demeke dirêj nabînim, di nêzîk de danîşîn heye, difikirim tenê rojekî beşdar bibim. Herhal ez dê li wir her kesî bibînim. Tu dizanî, zindan pir qelebalix e û pirsgirêka hevdîtinê heye. Ligel hemû tiştî hevalêm te bi rika salên bihûrîn pir ciwan û jîr e. Hewil didim cewhera xwe biparêzim. ez dê qet neşibim dîwarên zindanê, tu pêdîvî û daxwazekî min jî tune ye, li gor xwe îdare dikim.

Xwîşka hêja, êdî ev çalakî dê çiqas bidome, dê çawa bi encam bibe nizanim. Dawiya wê çi dibe bila bibe, ez dê baweriya xwe ya bi moral, bawerî û têkoşînê re winda nekim. Hûn dost, rêhevalên ku me bi hev re têkoşînê meşandine hêz didin min. Baş hay ji xwe hebe, li tenduristiya xwe jî baş baldar be, di kesayetiya te de silav û hezkirinên xwe ji hemû hevalan re dişînim.

Bi hêviya hevdîtina rojên azad re bimîne di xweşiyê de...

Silav û Hezkirin

Mazlum Tekdag."