Muxalîfê Tûnisî yê hat kuştin çima navê Newroz li keça xwe kiriye

Muxalîfê Tûnisî yê hat kuştin çima navê Newroz li keça xwe kiriye

Hevsera rêberê muxalîfên Tûnisê Şukru Belayid ê ku di meha sibatê de hate qetilkirin, Basma Belayid diyar kir ku hevserê wî her tim di hat tehdîtkir û got ku ew bi xwe ji aliyê Serokkomar bi xwe ve jî hate hişyarkirin ku navê wî di rêza pêşî ya lîsteya kuştinê de ye. Navê keça Belayid ê ku dosteke Kurdan bû Newroz e. Lê derbarê têkiliya wî ya bi Kurdan re tu agahî nehat bidestxistin.

Siyasetmedar û parêzer Şûkrû Belayid roja 6’ê sibatê dema ji mala xwe ya li taxa El Menzayê derdiket di encama sûîqestekê de hate kuştin. Ev sûîqesta ku li rastî salvegera şoreşa Tûnisê hat, li rastî protestoyên berfireh hat. Girseya gel peyam da ku ev cinayet ji aliyê partiya Îslamî ya bi navê Ennahda ve hatiye organîzekirin. Belayidê ku 1964’ê li berbajareke xizan a Tûnisê ji dayik bûye hema piştî şoreşa Tûnisê sala 2011 Tevgera Welatparêzên Demokrat fermî kir. Di îlona 2012 de jî Partiya Welatparêzên Demokrat a Yekgirtî ku girseyeke berfirehtir hembêz dikir ava kir. Ev partî piştre bi pêşengiya Belayid tevlî Eniya Gel a ku gelek partî têde hebûn de cih girt.

JI DELEGASYONA KURD SERDANA PIŞTEVANIYÊ

Piştî Forûma Civakî ya Cîhanê ku 26-30’ê adarê pêk hat, delegasyona Kurdan a ku ji jinan pêk dihat 1’ê Nîsanê çû mala Şukru Belayid û serdana hevsera wî ya li El Menzayê kirin. Li ber avahiyê bîrdariyeke biçûk ji bo Belayid hatiye danîn. Li derdora wê mûm û kulîlk hene. Her roj tên serdana malê. Basma Belayid delegasyona Kurd li odeyekê hewand û li vir ji ANF’ê re jî axivî. Delegasyona Kurd got ku ew ê şa Belayid parve dikin û piştgiriyê dan û bi bîr xistin ku 9’ê çileyê li Parîsê jî sê jinên şoreşger ên Kurd hatin qetilkirin.  Delegasyonê Belayidê vexwendin Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ku dê li Amedê pêk bê.

Basma Belayid bi bîr xist ku hevserê wê di dema destehilatiya Îslamî de hate kuştin û got: “Ev çanda cinayetê berê tune bû, ji ber ku Îslamî ne li ser desthilatiyê bûn, ev qas hêza wan tune bû.”

DI RÊZA PÊŞÎ YA LÎSTEYA KUŞTINÊ DE BÛ

Belayid daxuyaniya hevserê xwe ya ku beriya kuştina xwe kiribû ku gotibû di destê partiya Ennahda de lîsteyek a kuştinê heye bi bîr xist û got: “Serokkomar bi xwe jî gotibû ‘hay ji xwe hebe, xeteriyeke mezin heye. Lîsteyek heye, navê de di rêza pêşî de ye’”.

Basma Belayid da zanîn ku hevserê wê jêre gotiye ku ew bi aşkereyî bi sûîqestê tê tehdîtkirin û got: “Her wiha tehdîdên din jî hebûn. Beriya çend mehan tehdîtek ku min û keçên min jî eleqeder dikirin jî hatin.”

 “CIWANÊN JI BO MIRINÊ DIŞÎNIN SÛRIYEYÊ’

Şukrû Belayid beriya niha di bernameyek a kanaleke televîzyonê de digot: “Ciwanên me yên Tûnisê ji bo mirinê dişînin Sûriyeyê û ji bo projeyeke ku ne ya wan e bûn mijara bazarê ya krîmînalîzekirinê ya Amerîka-Siyonîst”. Her wiha bi awayeke aşkeretir diaxivî: “5 hezar kesên ji Tûnis û neteweyên din (li bajaroka Lewtiya a li ser sînorê Lîbyayê di kampên cîhadperestan de) ji bo tevlîhevkirina Tûnisê û şandina bo Sûriyeyê tên perwerdekirin.”

NAVÊ KEÇA WÎ NEWROZ E

Du keçikên biçûk ên Basma Belayidê hene û ji Şukru Belayid navê her duyan daniye. Belayid ku dibêje: “Ger keçên me çêbibûna navê wan dê Şukru û ger kur çêbibûna min dê navê wan bidaniya. Me wisa li hev kiribû.” Belayid got ku navê keça wê ya 7 salî Newroz e. Gava me pirsa çima navê Newrozê ango cejna roja nû û vejînê ya Kurdan li keça xwe kirine, pirsî Belayid got: “Bi qasî ku tê bîra min, Newroz navê qralîçeyek a Baxçeyê Babîlê ye. Me pir ji vî navî hez dikir. Pir ji zarokên keç hez dikir.”

BAXÇEYÊN BABÎLÊ

Newroz di salên 2000’ê de li Parîsê ji dayik bûye. Li gorî agahiyên ku birayê Belayid Ebdulmecîd Belayid dane wateyeke navê Newrozê di Erebî de jî heye. Ne hevsera wî û ne jî birayê wê drebarê têkiliya vî navî bi Kurdan re tu tiştek negotin. Lê nunereke PYD’ê ku gelek caran bi muxalîfê Tûnisî Belayid re hevdîtin kir, dibêje ku Belayid dostê Kurdan bû û navê Newrozê jî ji ber vê dostaniya xwe ya bi Kurdan re bi kar aniye.

Li gorî dîrokzanan jî Baxçeyên Babîlê yên li hewayê ji aliyê Qralê Babîlê II. Nebukadnezar ku ji sala  Beriya Zayinê 605’ê ve 43 salan li ser desthilatiyê ma ji bo hevsera xwe ya ku ji ber bêrîkirinê êş dikişand Amyitis ava kiribû. Li gorî hin çîrokan tê gotin ku di dema hilweşandina împeratoriya Asur de qiralê Medan bi bavê Nebukadnezar Nebolaser re peymanek mor kir. Di vê çarçoveyê de Keça qiralê Medan Amyitis bi Nebukadnezar re zewicî.