Mûnzûr Emekçî ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Kurdistaniyê welatparêz Mûnzûr Emekçî, îro li goristana Rotonde a bajarê Strasboûrg ê Fransayê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Kurdistaniyê welatparêz Mûnzûr Emekçî, îro li goristana Rotonde a bajarê Strasboûrg ê Fransayê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Emekçî yê ku 3 salan organîzekariya çalakiya nobeda ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,  25’ê Hezîrana 2012’an hatibû destpêkirin kir û piştî nexweş ket bi neçarî dest ji kar berdabû, duh jiyana xwe ji dest da.

Mûzaffer Ûçar ê ku di nava Kurdistaniyan de weke Mûnzûr Emekçî dihat zanîn, malabata wî îro li Strasboûrgê ji bo bîranîna wî merasîmek li dar xist, ji aliyê dost û hevriyên wî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Emekçî, bi merasîmeke ji aliyê girseya ku Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav, Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E), Hevserokên KCD-E, Komaleya Dostên Kurd a Fransa jî tê de, ji aliyê gelek nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropa ve hate oxirkirin.

Di axaftinên merasîmê de dilsoziya bi keda Emekçî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hate ziman.

Keça Emekçî Pinar wiha axivî: “Bavê min, dema qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê ji çapemeniyê dişopand wiha digot, ‘Rêzdariya van ji miriyan re jî nîne. Min nebin dewleteke ku rêzê nade miriyan.’ Ji bo vê em cenazeyê bavê xwe li Strasboûrê defin dikin.”

Li ser wesayeta Emekçî, cenazeyê wî bi awayekî girseyî destpêkê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk piştre jî li meqamê ku çalakiya “Nobeda Azadiya Ocalan” a li pêşiya avahiya Konseya Ewropa (KE) ya ku bi salan organîzetoriya wê dikir û herî dawî jî bi meşeke girseyî, bi dirûşmên “Şehîd namirin” û lorînên zazakî, bi gul û çelengan li Goristana Rotondeyê hate definkirin.

Ji saet 16:00’an û şûn de malbat û dostên wan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk sersaxî qebûl kirin. Li ser bîranîna Emekçî loqme hatin belavkirin.