Mûhammed: Bêyî me li Sûriyeyê ti pirsgirêk çareser nabe

TEV-DEM û Rêveberiya Kantona Cizîrê, ji bo rewşa dawî ya siyasî û leşkerî ya li Rojava bi gel re parve bikin, li bajarê Hesekê civîna gel lidar xistin.

TEV-DEM û Rêveberiya Kantona Cizîrê, ji bo rewşa dawî ya siyasî û leşkerî ya li Rojava bi gel re parve bikin, li bajarê Hesekê civîna gel lidar xistin.

Civîna ji aliyê TEV-DEM û Rêveberiya Kantona Cizîrê li bajarê Hesekê organîze kir, bi beşdariyeke xurt a şêniyên bajêr pêk hat. Tevî gelê Kurd gelên Ereb û Asûrî-Suryanî jî eleqeyeke mezin nîşanî civînê dan. Alîkara Wezîrê Kar û Barên Civakî ya Kantona Cizîrê Newroz Mûhammed û ji rêveberên TEV-DEM'ê Îsmaîl Dêrik beşdar bûn.

'BI ME RE FESLEFE, RUHÊ BERXWEDANÊ Û FEDEKARIYA RÊBER APO HEYE'

Rêveberê TEV-DEM'ê Îsmaîl Dêrik diyar kir ku şoreşa Rojava ji tinebû hatiye afirandin û li ser baweriyê tê meşandin. Dêrik got, "Nêzî çar sal in em Şoreşa Rojava dijîn. Di vê demê de em bi gelek rastiyan re rû li hev hatin. Ji van rastiyan a herî girîng siyaset û nêzîkatiya felsefî ya Rêber Apo ye. Dema me ketin ser rê hin mûxalîfan ji me re gotin 'hûn kî ne, di destê we de çi heye ku hûnê şer bikin'. Di destê me de bawerî, fedekarî û ruhê berxwedanê yê felsefeya Rêber Apo hebû. Em bi vî rengî hatin heta vê astê." 

Dêrik bal kişand ser nêzîkatiya hêzên koalîsyonê jî û got, "Bi Kobanê re nêzîkatiya her kesî guherî. Dîtin ku em li ber xwe didin. Piştî ku ruhê me yê êrîşa li hemeberî çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst dîtin, xwe nêzî me kirin. Aliyê herî girîng ê Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ew e, ku di demeke dewleta Iraqê bajarê Ramadî û rejîma Sûriyeyê jî bajarê Tedmûr (Palmîra) di şerê li dijî DAIŞ'ê de winda kirin, me Çiyayê Kizwanan ji DAIŞ'ê rizgar kirin û azad kirin. Tevî vê jî em ne westiyan û me berê xwe dan Girê Spî (Til Ebyad)."

Îsmaîl Dêrik serketina HDP'ê jî nirxand û destnîşan kir ku berxwedana Kobanê bandorên kûr li Bakurê Kurdistanê kiriye. Dêrik anî ziman ku gelê li Bakurê Kurdistanê bi ruhê berxwedana Kobanê ketiye hilbijartinê.

LI SÛRIYEYÊ BÊYÎ KURDAN ÇARESERÎ NE PÊKANE

Alîkara Wezîrê Kar û Barên Civakî Newroz Mûhammed jî da xuyakirin ku serketinên leşkerî veguherîne destketiyên siyasî û got, "Li Rojava serketinên leşkerî rû didin. Em jî dixwazin van serketinan bi pêngavên siyasî re temam bikin. Dikare were gotin ku li qada dîplomasiyê me serketineke mezin bi dest xistine. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, bêyî me civînek li ser Sûriyeyê nayê lidarxistin. Tê zanîn ku bêyî me ti pirsgirêk li Sûriyeyê çareser nabe."

...