MSD’ê projeya çareseriya Sûriyeyê eşkere kir
Civîna Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi dawî bû. Di encamnameyê de meşrûtiyeta projeya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-BakUrê Suriyeyê hat pejirandin.
Civîna Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi dawî bû. Di encamnameyê de meşrûtiyeta projeya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-BakUrê Suriyeyê hat pejirandin.
Civîna Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi dawî bû. Di encamnameyê de meşrûtiyeta projeya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-BakUrê Suriyeyê hat pejirandin. Hate diyarkirin ku MSD ji bo tevahiya Sûriyeyê vê sîstemê qebûl dike û wê ji bo pêkanîna wê kar bike.
Encamnameya civîna Desteya Siyasî ya MSD`ê ya ku îro li avahiya meclîsê ya li Qamişlo hat lidarxistin û heta êvarê dewam kir, bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re hat eşkerekirin.
Di civîna ku li avahiya meclîsê hat lidarxistin de Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed û 28 endamên meclîsê jî amade bûn. Di civîna çapemeniyê de daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Siyasî ya MSD`ê Hikmet Hebîb ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
″Ji duyemîn civîna Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a ku îro (7`ê Nîsana 2016`an) li bajarê Qamişlo hat lidarxistin ev encam derketin:
-Em êrîşên li dijî gelê sivîl ên li tevahî herêmên Sûriyeyê û bi taybet herêmên Şehba û Taxa Şêx Meqsûd ku komkujî û binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê komên çeteyên radîkal ên ku heman komkujiyan li dijî gelek bajarên kurdan ên Bakurê Kurdistanê yên mina Nisêbînê jî pêk tînin şermezar dikin. Her wiha em hêzên Tirkiyeyê ku êrîşî bajarê Qamişlo yê Rojava jî dike û bi vê yekê re desthiladariya niştimanî ya Sûriyeyê binpê dike, şermezar dikin.
Dîsa em hemû binpêkirinên ku li hemberî agirbestê tên kirin û nahêlin alîkariyên mirovî derbasî hemû herêmên Sûriyeyê yên dorpêçkirî bibin şermezar dikin û ji Konseya Ewlekariyê û civaka navnetewî dixwazin ku li hember van kiryaran berpirsyariya xwe ya hesabpirsînê bicih bîne.
- Divê çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê re di danûstandinên Cenevreyê û xebatên aliyên ku civîna Cenevreyê birêxistin dikin; ango Amerîka, Rûsya û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê Steffan De Mistura de bê misogerkirin.
Meclîsa me amade ye tevlî pêvajoya pêş a danûstandinên Cenevreyê bibe. Lê belê ev yek wê bi şertê ku nûnertiya muxalefetê bêyî ti dûrxistinan bi rêkûpêk pêk bê, dikare pêk bê. Ji ber ku dûrxistina nûnerên gelê Sûriyeyê, rêveçûna danûstandinan, pêkanîna gûherînê û vegûhezîna siyasî asteng dike.
-Rêziknameya hundirîn a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û bernameya wê ya siyasî hat erêkirin û mekanîzmaya rêxistinkirina meclîsê li herêmên din ên Sûriyeyê hat amadekirin. Her wiha rêxistinkirina nûnertiyên meclîsê yên li derve jî ji nû ve hat rêxistinkirin û li gorî wê ew ê navendên Meclîsê li gelek deverên Sûriyeyê jî bên vekirin.
-Meclîsa Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya rêgeza nenavendî de, sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji bo Sûriyeya pêşerojê dipejirîne û fermiyeta îlankirina sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê tekez dike. Ev sîstem nimûneya çareseriyek pêşketî ya ji aloziya Sûriyeyê re ye. Divê ev sîstem di destûra pêşerojê ya Sûriyeya pêşerojê de jî bê misogerkirin.
Civîna me berxwedana QSD’ê ya li hember komên terorîst jî silav kir.″
Piştî xwendina daxuyaniyê Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed bersiva pirsên rojnamevanan da. Li ser pirseke wekî “Hûnê vê sîstemê çawa pêk bînin?”
Îlham Ehmed Ev bersiv da: “Em ê bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê re hevdîtinan pêk bînin û civînan li dar bixin, sîstema federaliyê vebêjin.”
Li ser pirseke din a wekî, “Têkiliyên we û Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê wê çawa be?” jî Îlham Ehmed wiha got: “Em ê bi wan re hevdîtinan pêk bînin û nêrînên xwe ji wan re vebêjin. Bi vî rengî em ê hewl bidin ku bigihîjin encamekê.”