MLKP Rojava: Werin em bajarê hêviyê bi hev re ava bikin

MLKP Rojava ji bo avakirina Kobanê bang kir ku peywir dikeve ser milê her kesî û got ku bajarê nû bila ‘bajarê jin, zarok, dostê xweza, huner, estetîk, wekhevî û parastina xweser be’.

MLKP Rojava ji bo avakirina Kobanê bang kir ku peywir dikeve ser milê her kesî û got ku bajarê nû bila ‘bajarê jin, zarok, dostê xweza, huner, estetîk, wekhevî û parastina xweser be’.

MLKP Rojava der barê avakirina Kobanê de daxuyaniyek nivîskî da.

Piştî serketina Kobanê li aliyekî têkoşîna derxistina çeteyan didome û li aliyê din jî xebatên avaakirina Kobanê didomin.  MLKP’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ji bo avaakirina Kobanê divê piştgirî û piştevanî bê rêxistinkirin û sîstemazîkirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku hemû avahiyên hilweşiyane kevnbûnê temsîl dikin û dema Kobanê tê avaakirin divê xewnên kesên ku ji bo Kobanê canê xwe feda kirin pêk bên.

Hat gotin ku dema Kobanê ji nû ve bê avaakirin divê li ser rexneya bajar a kapîtalîst a berê bê bilindkirin û divê Kobanê bibe bajarê zarok, jin, dostê xwezayê, huner, estetîk, wekhevî û parastina xweser.

Hate diyarkirin ku divê Kobanê bibe bajarê abîdeyê û wiha hate gotin:

HEWCEDARÎ BI GEL HEYE

“Ev hemû mimkun in û dikarin ligel hev pêk bên. Em dikarin di avaakirina bajarê nû de xeyalên kesên canê xwe feda kirin pêk bînin.  Ya çeteyên DAIŞ’ê hilweşand Kobaniya berê ye. Em ê niha Kobanê ya nû ava bikin û em neçarin girêdayî bîranîna şehîdan û birîndaran bimînin. Li Kobanê tenê bajar hilweşiya. Ji ber vê jî avakirin hêsan e. Ya xetere hilweşandina hêviyan e. Em çi kêfxweşin ku hêvî li ser piyane.

Ji bo avakirina Kobanê hewcedarî ne bi saziyên faşîst TOKÎ, bi piştevaniya gelan heye. Bila ew reklama betona xwe ya hişk bikin. Em ê bajarekî mirovahî, wekhev û dostê hawirdorê ava bikin.

Ji bo avaakirina Kobanê peywir dikeve  milê ser her şoreşger, demokrat, endezyar, mîmar û plansazê bajar. Di avakirina bajar de pêwîstî bi her alîkariyê ya teknîk, kedê heye. Dîsa ji bo pêşkeşkirina planan û xebatên avakirinê, berhevkirina alîkariyan û rêxistinê hewcedarî bi alîkariyê heye.

DIKARE ÇI BÊ KIRIN

Rêveberên me yên Kantonan bi hevkariya komîsyonên hevpar ji bo piştgiriya avakirina bajar dikare bangê bike. Bila bi bangeke  ‘Kî Kobaniyek çawa dixwaze, projeya vê amade dike, binesaziya wê rêxistin bike’ bike û li Tirkiye, Bakûrê Kurdistanê û cihên cuda yên cîhanê starta xwe bidin.

Mînak kesên dixwazin Kobanê bibe bajarê jinan an jî ciwanan an jî bajarê dostê sewalan bila bi awayekî şênber û bi kîjan saziyan dikare bibe dikare pêşniyar bikin. Dikarin van daxwazên xwe bikin proje.

Heman tişt ji bo ciwanan jî derbas dibe. Ciwan bi proje û kampanyayên xwe li zanîngeha û qadên din dikarin sempozyuman pêk bînin û di avakirina bajar de rolek taybet bigirin.”