MLKP Rojava: Çete û yên wan xwedî dikin wê têk biçin!

MLKP Rojava, der barê êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ji komkujiya DAIŞ'ê AKP û Serokkomarê Tirk Erdogan berpirsyar in.

MLKP Rojava, der barê êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ji komkujiya DAIŞ'ê AKP û Serokkomarê Tirk Erdogan berpirsyar in.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşa li hemberî Kobanê, çalakiyeke pûç û bêhêvî ye, ku ji bo rovanşa Girê Spî û têkçûna hilbijartinên 7'ê Hezîranê were girtin pêk hatiye û senaryoya wê ev çend roj in ji aliyê medya AKP'ê ve tê amadekirin. Serî li kîjan senaryoyên qirêj bidin jî, ji kîjan navendên tarî destekê bigirin jî, wê encam neguhere. Ji ber ku ew têk çûn."

'BERPIRSYARÊ QETILKIRINA JIN Û ZAROKAN, AKP Û ERDOGAN E'

Di dewama daxuyaniya MLKP-Rojava de ev xal hat destnîşankirin: "Li Kobanê, li Til Hemîs, li Til Temir, li Til Xenzîr, li Serêkaniyê û herî dawî li Til Ebyadê têk çûn. Medya kirêt a AKP'ê ku hînê êşa 7'ê Hezîranê ji ser xwe neavêt, bi manşetên bi xwîn û tarî re Rojava hedef nîşan da û bûn destekdarê şerê psîkolojîk ê vê êrîşê. Rêxistinên vekirî û veşartî yên li nava dewletê jî weke rêveberên aktîf, hevparên vî gunehê êrîşa li Kobanê ne. Berpirsyarê sereke yê qetilkirina jin û zarokên me yên ji bo pêçandina birînên xwe û ji nû ve avakirina Kobanê vegeriyan, hikûmeta AKP'ê û serokwezîrê wê yê fiîlî Tayyîp Erdogan e. Di rewşeke ku çeteyên tarî DAIŞ li Reqayê tengav bûbû û bi pêngavên me re ketine nava tirs û panîkê de, dewleta Tirk destê xilasiyê dirêjî çeteyan kir. Lê belê ev destê alîkariyê yê Tirkiyeyê jî wê nikaribe çeteyên DAIŞ'ê rizgar bike ku di nava xwîna xwe de nexeniqin. Berdêla wê çi dibe bila bibe çete û yên wan xwedî dikin, wê têk biçim!"

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di demeke Şoreşa Rojava bi serketinên nû re xwe îspat kiriye, desteka enternasyonalîst ji bo wê zêde dibe, rewatiya wê li qada navneteweyî xurt dike û çeteyên DAIŞ'ê derbên herî giran dixwe de, ev êrîş ji aliyê AKP-DAIŞ'ê ve hatiye plankirin û hat gotin:

'AKP Û RÊXISTINA WÊ YA XWÎNXWAR DAIŞ'Ê WINDA KIRIN'

"Keriyê kujeran DAIŞ ê êrîşî Kobanê kir, girseyên gel ên bê guneh, jin, zarok qetil kiriye. Bi vê êrîşa xwînxwar re wan xwestine moralên xwe yên têkçûyî sererast bikin û vîna azadiyê ya gelê me bişikînin. Hewesa wan di qirika wan de maye. Kobanê ya me, her çend di meha Remezanê de bi pêçandina birînên xwe re mijûl bibû, xwe parastiye. Çeteyên ku bi rêbazeke qirêj xwe berdan nava bajêr, li nuqteyên xwe tê de veşartibûn, hatin tinekirin. Careke din îspat bûye ku li pêş çavê tevahiya cîhanê, dewleta Tirk a bûrjûva, çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst xwedî dike û wan bi rêve dibe. Ev kujer û nokerên wan negihaştine armanca xwe û bêhtir teşhîr bûne. Li dijî rejîma AKP'ê ya li ser sûc hatiye zevtkirin, li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê bi hezaran mirov daketine kolanan. Gelê me li cem Kobanê cih girtiye û li dijî dewleta AKP'ê ya faşîst careke din nîşan daye ku Rojava ne bi tenê ye. Bi vê wesîleyê AKP û rêxistina wê ya xwînxwar DAIŞ'ê careke din winda kirine."

MLKP Rojava di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Rojava bi biryar e bi ser bikeve.