Mizgîn Marînus li Wanê hat veşartin
Cenazeyê Hayat Orhan (Mizgîn Marînus) a li Geverê jiyana xwe ji dest da, li Wanê hat veşartin.
Cenazeyê Hayat Orhan (Mizgîn Marînus) a li Geverê jiyana xwe ji dest da, li Wanê hat veşartin.
Cenazeyê Hayat Orhan (Mizgîn Marînus) a hefteya derbasbûyî li Geverê jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê Orhan ji morga Akkopru ya li Wanê hat wergirtin û anîn taxa Yenî Mahalle. Cenaze li vê derê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên 'Bijî berxwedana Geverê', 'Şehîd namirin', 'Bijî Serok Apo' cenaze bir Şehîdgeha Yenî Mahalle. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, rêveberên HDP-DBP ên bajar û navçeyên Wanê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA'yê, xizmên Mizgîn Marînus û gelê herêmê beşdarî merasîmê bûn.
'GELÊ KURD WÊ XWE BIGIHÎNE AZADIYÊ'
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka MEYA-DER a Wanê Nerîman Ûrar peyivî û bibîr xist, ku gelê Kurd di pêvajoyeke giran de ye û got, "Gelê Kurd wê doza xwe ya mafdfar bi ser bixîne û xwe bigihîne azadiyê."
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî jî destnîşan kir, yên hewl didin bi tinekirinê re li hemberî gelê Kurd encamekê bi dest bixin, wê têk biçin.