Mitînga Sêrtê hate qedexekirin

Mitînga Sêrtê hate qedexekirin

Mitînga bi navê "Em destûrê nadin mirinên li girtîgehan" ya ku dê sibê li Sêrtê ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê ve hatiba lidarxistin, hate qedexekirin.

Mitînga Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê ya bi slogana "Em destûrê nadin mirinên li girtîgehan" ya ku bi armanca balê bikşînin ser çalakiya birçîbûnê hatiba lidarxistin ji aliyê Waliyê Sêrtê ve hate qedekirin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê Dîlber Sevîm têkildarî mitînga hate qedexkirin daxuyanî dan û diyar kir ku, xebatên wan yên li hemberî çalakiya birçîbûnê xebatên wan dê bidomin û da zanîn ku, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak dê sibê di demjimêr 12.00'an de li Sêrtê be.

Sevîm da zanîn ku, ew dê li ber avahiya BDP'ê Kişanak bi girseyî pêşwazî bikin û pişt re daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Sevîm bang li hemû kesî kir ku, tevlî daxuyaniyê bibin.

Li aliyê din polîsan li taxên Conkbayir, Çakmak û Ulusê bi kurdî û tirkî anosên mitîng hate qedexe kirin kirin û xwestin ku kes tevlî mitîngê nebe û guhdariya hişyariyan bikin.