Walîtiya Amedê, mitînga “Ji bo jiyana azad hevgîna wijdanê” ku dê sibe li Qada Îstasyonê pêk bê qedexe kir.
Ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya di girtîgehên Tirk de ku kete roja 52’an, mitînga “Ji bo azadiyê hevgîna wijdanê“ dê li sibe li Qada Îstasyona Amedê pêkbê ji aliyê Walîtiya Amedê ve hate qedexekirin. Walîtiyê biryar bi nivîskî ji rêxistinên BDP’ê yên bajar û navçeyan re, ji TUHAD-DER, MEYA-DER, GOÇ-DER û Komeleyên 78’an re şand.
Di biryara qedexeyê de ev tişt hatin gotin: “Ji ber ewlekariya netewî, pêşîgirtina sûc û parastina maf û azadiyên kesên din, di destpêkê de li Qada Îstasyonê ya bajarê me û navenda wê hemû cûre, civîn, xwepêşandan, meş û çalakiyên di qadên vekirî de ji 1’ê Mijdarê ve ji aliyê meqamê Walîtiyê ve hatine qedexekirin.”