Mirovên li Hezexê vegeriyan li şopên dagirkeriyê rast hatin

Li Hezexê piştî ku 'qedexe' hat rakirin, vegera li navçeyê jî destpê kir.

Li navçeya Şirnex Hezexê 'qedexeya derketina derve' di nava rojê de hat rakirin. Bi vê yekê re mirovên ji neçarî ji navçeyê derketibûn vegeriyan.

Li ser rêyên ji aliyê Cizîr, Mîdyat û Rêya Îpekê, ji ber vegerê rêzên dirêj ên ji wesayîtên mirovan çêbûn. Li pêşiya navçeyê, hêzên dewleta Tirk bendên kontrolê danîne, zextê li gel dikin, mirovên vedigerin qeyd dikin û li wan digerin.

Welatî dema dikevin nava navçeyê jî yekser li maşînên zirxî yên ala Tirk pê ve ye û avahiyên hatine hilweşandin rast tên. Li derdora avahiya Şaredariya Hezexê, avahiyeke ji sê qatan a binê wê dikan û ser wê jî cihê rêxistina DBP'ê bû, bi temamî hat xerakirin û xirbeyê wê tê rakirin.

Çend wêne ji berhemên hovîtiya dewleta Tirk a li Hezexê...

...