Mirina mejiyê jina ku polîsan gule lê barandin pêk hat

Mirina mejiyê Remziye Bor a ducaniya 7 mehan bû ku ji ber tîmên taybet ên Tirk di serdegirtina maleke ya li Taxa Xaçortê ya Wanê gule lê reşandin bi giranî birîndar bibû, pêk hat.

Çeteyên Qesrê piştî li Taxa Xaçort a navçeya Îpekyolû ya navenda Wanê di encama çalakiyekê de windahiyek da û yek ji wan jî bi giranî birîndar bû, li taxê bi ser malekê de girtin û di encama gulereşandina wan de Remziye Bor ku jina ducaniya 7 mehan bû, ji sing û qirika xwe ve bi 3 guleyan bi giranî birîndar bibû. Hate hînbûn ku mirina mejî ya Remziye Bor pêk hatiye.

Ji bo rizgarkirina pitika 7 mehî ya di zikê dayika xwe Bor de hate hînbûn ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê hewldana doktoran didome.