Mîmarê serketina hevgirtina gelan: Abdullah Ocalan

Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehdî Oztuzun, serketina HDP'ê ya hilbijartinê û projeya HDP'ê ku ji dema nivîsandina nêrîna wê ya teorîk a li Îmraliyê re şahidî kir, vegot.

Serketina HDP'ê ya di 7'ê Hezîranê de bi dest xist, ku weke şoreşa gel a demokratîk tê pênasekiri, bi rojane di rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê û Cîhanê de ye. Yê ku felsefeya teorîk a projeya HDP'ê amade kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû, ku di nava tecrîdeke giran de ev yek pêk anî. Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehdî Oztuzun, serketina HDP'ê ya hilbijartinê û projeya HDP'ê ku ji dema nivîsandina nêrîna wê ya teorîk a li Îmraliyê re şahidî kir, vegot. Oztuzun ji ANF'ê re re peyivî.

Hûn dikarin destpêka avabûna projeya HDP'ê bi me re parve bikin?

Di projeya HDP'ê de, ya rast Rêbertî li kongreyê difikirî. Ji ber ku di wê baweriyê de bû ku partî di vê mijarê de hîn bêhtir lawaz dimînin û bi germî nêzî partîbûyînê nedibû. Weke kongreya bindestan, kongreya neteweya demokratîk difikirî. Ji bo parlament vê pêvajoyê hêsan bike û yên li derve mane li parlamentê bê temsîlkirin, berê xwe da partîbûyînê. Ev proje ji bo gelên Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê rewşeke gelekî girîng e. Li hemberî şîrket û dîktatorên paşverû yên Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe kirin dojeh, HDP'ê bendek hilweşand, niha jî bendeke nû ava bû. Li hemberî vê rewşa ku hêzên global, dîkatatoriyên paşverû ku Rojhilata Navîn veguherandina dojeha cihêrengiya bawerî û etnîsîteyê, HDP'ê benda gelan ava kir. HDP û HDK'ê ev bi ser xistin.

Projeya HDP'ê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di destpêkê de çima nehat fêmkirin? Hûn parêzer îqna bûbûn?

Di vir de Rêberê Gelê Kurd, bi sebra xwe ya dilsoziyê re ev kar bi tena serê xwe hûnand. Bala xwe bidinê, dema Rêbertî PYD jî pêşniyar kir, nedihat bîra kesî ku ewqasî xurt bibe. Projeya HDP'ê jî bi vî rengî ye. Tevî hin ji me yên siyasetê dimeşînin li dij derketin jî Rêbertî bi hesasiyeteke hunermendî, ev partiya niha moral dide gelan li Îmraliyê ji aliyê teorîk ve ava kir. Ji xwe di hevdîtinên asayî yên bi me re de Rêbertî her tim ev tişt digot; 'Di salên 1920'î de Kurdan, Tirkhan, Ermeniyan, Rûm, Erem û hemû gelên Tirkiyeyê bi hev re li dijî emperyalîzmê şerê rizgariyê dan. Bi destûra bingehîn a 1924'an re ev gelên min navê wan anî ser ziman, Çerkez Ethem û Bîzansî hatin tesfiyekirin. Van gelan di parlamenta Tirkiyeyê de cih nedîtin.' Bi tenê di demekê de Partiya Karker a Tirkiyeyê bi Behîce Boran re rê li ber coşekê vekir, di wê demê de jî pêngava PKK'ê hebû. Di mîtîngên li rojhilat de di nava gelan de rê li ber coşeke mezin vekiribû. Ji aliyê Kurdistanê ve pêngava HDP'ê jî mîna wê ye. Ji bo jiyana bi hev re gelên Tirkiyeyê ev yek projeyeke gelekî baş bû û moral da hemû gelan. Dibe ku em siyaetmedar, li hemberî vê partiyê derketin, jê re gotin 'çep a marjînal' û gelek nêzîkatiyên cuda jê re hat nîşandan. Lê belê eger projeya HDP'ê ji bo siyasetmedarê herî lîberal jî veguherîbe hêviyekê, em vê deyndarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji xwe Birêz Selahattîn Demîrtaş di vî warî de spas kir. Ev platforma gelan dikare hêviyên mezin biafirîne, şoreşên mezin biafirîne.

HDP, ji bo her kesên deng dane nedane, bû hêviya gelan. Ji niha û pê ve ya siyasetmedarên HDP'ê divê bike çi ye bi dîtina we?

Li Şîlî Allende bi rêya demokratîk hat ser desthilatdariyê. HDP jî dibe ku bi gel re desthilatdariyê hilweşîne. Mînak li hemberî yekdestkirinê hûn çi difikirin? Ji aliyê ekolojiyê ve nêrîna we çi ye? Li hemberî berjewendiyên gel polîtîkaya te çi ye yan jî li ser kîjan bingehê tuyê gelan biparêzî? Polîtîkaya hindikahiyan wê çi be? Li dijî mejiyê bavilsalarî yê dewletê wê polîtîkaya wekheviyê çi be? Eger projeyên şênber bicih werin anîn mîna li Şîlî, Yewnanîstanê ev bi ser xist, HDP jî dikare bibe partiya yekemîn.

Dihat gotin ku eger HDP ji bendê derbas bibe wê çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk hêsantir bibe. Di pêvajoya çareseriyê de wê stratejiya HDP'ê çi be?

Divê vê yekê bêjim; Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi Rêbertiya xwe ve girêdayî, eger hikûmeta nû gavê biavêje dikare dawî li têkoşîna çekdarî ya li hemberî Komara Tirkiyeyê bîne û di vî warî de biryara kongreyê bide. Hingî parlament jî dikare vî karî hêsantir bike. Ji vî alî ve parlament girîng e. Ji ber ku ya dikeve ser milê HDP'ê ne pîvana qebûl-redkirinê ya giştî ye. Rêbertî li Îmraliyê bi sekna xwe ya hunermendî, bi nêzîkatiyeke xwe ya biçûk re rê li ber bandorên mezin, encamên mezin vekir. Eger HDP jî vê bike wê li Tirkiyeyê hêviyeke cuda biafirîne...HDP li gelan pîroz be, li Derya Reş, li Anatoliyê, li Kurdistanê pîroz be.