Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Berxbirê bi dawî bû
Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Berxbirê bi dawî bû
Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Berxbirê bi dawî bû
9. Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Zozanê Laleşê ku bi şiyara "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad bi azadiya Rêber Apo pêkan e" li Zozanê Laleşê pêk hat, bi dawî bû. Mihrîcana ku 3 rojan dewam kir bi 10 hezaran kes beşdar bûn.
9. Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Zozanê Laleşê ku bi şiyara "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad bi azadiya Rêber Apo pêkan e" ji aliyê Şaredariya Elkê ve li Zozonê Laleşê pêk hat, di roja 3. de bi tevlêbûna 10 hezaran kesan bi coşek mezin bi dawî bû. Her çend polîs û leşkeran nexwest ku welatî tevlî şahiyê bibin jî dîsa bi coş û tevlêbûnek mezin şahî û mihrîcan pêk hat. Mihrîcana ku li Zozanê Laleşê yê Lûtkeyê Kato 3 roj berê pêk hat, bi coşek mezin bi dawî bû. Bi 10 hezaran welatiyên ku ji gund, navçeyên derdorê û bajarên herêmê bi cil û bergên xwe yên neteweyî çûn li Zozanê Laleşê kom bûn, reng û dimênên zindî avakirin. Bi piraniya welatiyên ku bi şal û şapik û kiras û fîstan tev li mihrîcanê bûn dîmenên rengîn avakirin. Li konên hatin vedan alên PKK, KCK û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di çarçoveya mihrîcanê de gelek şahî hatin lidarxistin. Welatiyên ku di nava reng û xweşikahiya Zozanê Laleşê de kêf kirin, di saetên nîvro de li qada mihrîcanê li hev kom bûn.
Bi hezaran kes, li gel astengiyên polîs û leşkeran derketin Zozanê Laleşê û li qada mihrîcanê 3 rojan coşa mîhrîcanê jiyan. Bi hezaran kesên bi şev û roj tevlî mîhrîcanê bûn heta serê sibê li Zozanên bilind nobed girtin û her serê sibê tevlî şahiyên mihrîcanê bûn. Li qada mihrîcanê ku bi alên PKK û KCK'ê û posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin di şahiyan de bi hezaran kesan bê navber siloganên dilsojiya PKK û Ocalan dianîn ziman berz kirin. Bernameya dawî şevê din bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bernameya dawî de KURDÎ-DER'ê pêşbirga pirsên kurdî û çanda kurdî pêk anî. Pirsên ku li ser çand, dîrok û kevneşopiya kurdan hat pirsîn rastî eleqeyek mezin hat. Di pêşbirgê de 7 kom ketin pêşbirgê. Di şahiyê de şanoya Ciwanên Elkê ya bi navê "Reco û Meco" hat pêşandan û rastî eleqeyek mezin hat. Di berdewama şahiyê de Dengbêjên Botanê derketin ser dikê û Koma Kato û Koma Laleş konser dan. Bi hezaran kesên tev li mihrîcanê bûn, li ber stranan govend gerandin.
Di konserê de Hevseroka BDP'a Şirnexê Hame Aktî diyar kir ku li gel hemû astengiyan kurdan têkoşinek mezin daye.
Dema bernameyê berdewam dikir bi sedan ciwanên rûpoş alên PKK û KCK'ê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin. Li herêmê Înîsiyatifa Gelê Botanê û endamên YDG-H'e daxuyanî da. Di daxuyaniye de wiha hat gotin: "Di vê hewldana ku Reber Apo û gelê kurd ji bo aştiyê daye de, hikûmet li şûna gavan bavêje operasyonan zêde dike û polîtîkaşên şerê taybet dimeşîne. Polîtîkayên taybet li ser gelê me berdewam dike. Em wekî Înîsiyatifa Gelê Botanê û YDG-H'ê destûrê nadin vê yekê. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî van polîtîkayên şerê taybet rabir serhildanê û tifaqa xwe xurt bikin."
Li qada mihrîcanê fîşekên hewayî hatin avêtin û Ezmanên Zozanê Laleşê hat ronîkirin. Piştî konserê axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat guhdarkirin. Dîsa li qadê poster û wêneyên endamên HPG'ê yên di şerê sala 2012'an de jiyana xwe ji dest dabûn hat vekirin. Mihrîcanê heta derengê şevê berdewam kir. Di şevê de Peyamên Parlamenterên BDP'ê yên Girtî Faysal Sariyildiz û Selma Irmak û şaredarên girtî hatin xwendin. Di konserê de herî dawî Hamit Diyana û Seyda Perinçek derketin ser dikê û heta derengê şevê stran gotin. Şaredarê Elkê Yusuf Temel ji ber tevlêbûna mihrîcana Zozanê Laleşê ji her hemû kesan re spasiyên xwe anîn ziman. Piştî axaftina Temel mihrîcana 3 rojan bi dawî bû.