Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê îşkence

Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê îşkence

Kesê binavê Halûk Çetînkaya ku hate gotin wesayîta wî li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê hate gulebaran kirin û li Midûriyeta Polîsan difna wî şikandin. Çetînkaya ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê di demjimêrên şevê de, hate îdîakirin ku dema li ser rêya Rûbarokê li noqteya polîsan ya nû hatî danîn wesayîta Halûk Çetînkaya di tevgerê debû ji aliyê polîsan ve hate gulebaran kirin. Çetînkayayê ku 5 gule li wesayîta wî ketin, piştre hate binçavkirin. Hate diyarkirin ku, Çetînkayayê hate binçavkirin ji aliyê polîsan ve li Midûriyeta Polîsan ya navçeyê hate derb kirin. Çetînkaya yê difna wî hate şikandin, piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê mudaxeleya destpêkê hate kirin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.