Midûrê girtîgehê ji girtiyan pereyê dermana dixwaze

Midûrê girtîgehê ji girtiyan pereyê dermana dixwaze

Girtiyên siyasî yên li Girtigeha Tîpa M ya Mîdyatê dimînin diyar kirin ku, pêkanînên li ser wan tên meşandin ji yên serdema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê xirabtire. Girtiyan aşkera kirin ku, midûrê girtîgehê Reşat Şengoz, ji girtiyan pereyê derman dixwaze.

Girtiyên Girtîgeha Tîpa M ya Mîdyatê bi nameyekê bal kiyandin ser pirsgirêkên girtîgehê. Girtiyan di nameya xwe ya ji xizmên xwe re şandin de diyar kirin ku, li Girtîgehê pirsgirêk zêde ne û di serdemên derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de dijîn. Girtiyan destnişan kir ku, piştî Midûrê Girtîgehe Reşat Şengoz, hat peywirdarkirin zextên li ser girtiyan zêdetir bû.

Girtiyan di berdewama nameya xwe de da zanîn ku, Midûrê Girtîgehê Şengoz di 2 mehên destpêkê de bêyî ku li zarok, jin, nexweş, kal û pîran guhdar bike 35 hevalên wan sirgûn kirin û wiha nivîsandin: "Piştî midûrê nû hat gelek çalakiyên civakî jî li me hatin qedexekirin. Reşat Şengöz pereyê îlacan li girtiyan dibire. Girtiyên ku li ser hesapê wan pere tune be derman nade wan. Bi zanebûn girtiyên edlî dişîne nava girtiyên siyasî. Girtiyên ku vê pêkanîna midûr Reşat Şengoz, rexne dikin rastî cezayê hucreyê û dîsîplînê tên.

‘MIDÛR ŞENGOZ DARAZÊ ŞAŞ AGAHDAR DIKE’

Girtiyan destnîşan kir ku, girtiyên dixwazin ji 3'emîn pakêta darazê sûdê bigirin û serî li rayedarên dadgehê didin serlêdana wan ji aliyê midûr ve tê rawestandin û dijberî vê yekê Midûr Şengoz bi nivîsekê darazê şaş agahdar dike û diyar dike ku, ev mîlîtane.

‘DAXWAZA ÎHD Û PARAVANÊN MAFÊ MIROVAN BIKEVIN LIV Û TEVGERÊ’

Girtiyan anî ziman ku, cilên ku ji wan re tê şandin jî bi hêjmar didin wan û wiha dawî li nameyê anîn: "Xizim û malbatên ku diçin dîtina girtiyan, ji aliyê rayedarên girtîgehê ve bi gotina "çûye nexweşxaneyê" ango "çûye dadgehê" û şaş tên agahdar kirin. Destûr nadin ku girtî bi malbatan re hevdîtin pêk bînin. Em dixwazin ÎHD û parazvanên mafên mirovan li hemberî vê yekê têkevin nava liv û tevgerê"