MGRK û ENKS li ser bûyerên dawî civiyan

MGRK û ENKS li ser bûyerên dawî civiyan

Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS), ji bo nirxandina bûyerên dawî civînek li dar xist.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, berpirsên her du meclîsan li bajarê Qamişlo civiyan. Hate hînbûn ku di civînê de bûyerên di demên dawî de li Rojavayê Kurdistanê qewimîn, êrîşên li hemberî kurdan hatine nirxandin û li ser helwesta herdu meclîsan hatiye rawestîn.

Hate gotin ku di civînê de berpirsên her du meclîsan rexne û pêşniyarên xwe anîne ziman û di encamê de jî nêrînek hevpar a wekî, “Divê di demeke kurt de her du meclîs dîsa bicivin û biryarên hevpar bigirin”