Mexdûrê komkujiyê Fikret Encu hate girtin

Mexdûrê komkujiyê Fikret Encu hate girtin

Fikret Encu ku di komkujiya Roboskiyê de birayê xwe winda kir, îro di serdegirtina ser mala wî de hate binçavkirin û girtin.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, îro di demjimêrên sibehê de li Roboskiyê di serdegirtina malan de Fikret Encu hate binçavkirin. Piştî serdegirtinê malbatên Roboskiyê ber bi Edliya Qilabanê ve meşiyan.

Encu ku ji Şirnexê veguheste Amedê, li vir ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Hate hînb3un ku, Encu li ser îfadeya kesê binavê S.A ya “Endaman ji rêxistinê re qezenc dike” hate girtin.

28’ê Kanûna 2011’an balefirên artêşa Tirk 19 jê zarok 34 Kurdên gundê Roboskê yê ser bi navçeya Qilabana Şirnexê ve bombebaran kiribûn û qetil kiribûn. Dîmenên ku ji aliyê Predator û Heronan ve hatibûn girtin, li rexmî ku hate ragihandin ku gundî û hêstirên barkirîne ber bi gund ve tên jî bi awayek zanebûn bombebaran kirin û 34 Kurd qetilkiribûn.