Kesê bi navê Îbrahîm Demîr ê ku di teqîna 4'ê mejdarê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de bi giranî birîndar bû li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê 4'ê mijdarê dema wesayîta leşker derbas dibû teqînek pêk hatibû û di teqînê de welatiyê kesê Faris Demîrcan jiyana xwe ji dest dabû û 2 jê bigiranî 26 kes jî birîndar bibûn.
Kesê bi navê Îbrahîm Demîr ê ku di teqînê de birîndar bû veguhestin Wanê. Piştî 2 rojan li Wanê hate dermankirin veguhestin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Ataturk a Enqere û li heman nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku cenazeyê Demîr dê li gundê Şapatan ê Şemzînan bispêrin axê.