Metîn Alataş li ser gora wî hat bîranîn
Metîn Alataş li ser gora wî hat bîranîn
Metîn Alataş li ser gora wî hat bîranîn
Xebatkarê Belavkariya Firatê yê Edeneyê Metîn Alataş ê bi guman jiyana xwe ji dest dabû di 3'emîn salvegera mirina wî li ser gora wî hat bibîranîn .
Xebatkarê Belavkariya Firatê Metîn Alataş ê di sala 2010'an de li Edeneyê bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dabû pêşî bi mewludekî piştre jî li ser gora wî hat bîranîn.
Bernameya bîranînê li ser gora Alataş a li Goristana Kuçukoba bi tevlibûna malbata wî, Nûnerê MEYADER'ê yê Edeneyê Murat Turgay, xebatkarên çapemeniya azad û welatiyan pêk hat. Di dema bernameyê de wênêyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Endamê HPG'ê û sazumankarê Sînemeya Çiyê Halîl Uysal hatin hilgirtin. Piştî girseyê li vir deqeyekê rêz girt axaftin hatin kirin. Nûnerê MEYADER'ê Turgay di axaftina xwe de balkişand ser fedakariya Alataş û got ku Alataş her tim mirovekî gelek fedekar bûye.
Piştî Turgay, xebatkarê Belavkariya Firatê û hevalê Alataş Kadrî Bagdu axaftinek kir. Bagdu got, "Em li hemberî hemû şehîdan stuyê xwe ditewînin. Riya wan riya me ye. Em ala wan li erdê nahêlin. Metin hevalekî gelek hêja bû. Mirina wî ya bi guman êşek gelek mezin xistiye nava dilê me." Dayîk Hatun Alataş ku wêneya kurê te qet ji destê xwe bernedida jî wiha axivî: "Bi taybet ez rojbûna Serok Apo pîroz dikim. Di şexsê wî de ez rojbûna hemû kurdan pîroz dikim. Kurê min şehîdê hemû Kurdistanê ye." Piştî bernameya li goristinê girse ji bo tevli mewlûdê bibin hatin mala sersaxiyê ya li Taxa Gulbahçesiyê. Li vir piştî xwendina dua û mewlûdê, xwarin hat dayîn û girse belav bû.