Meşvanên 'meşa dirêj' ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazîkirin

Meşvanên 'meşa dirêj' ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazîkirin

“Meşên dirêj” ên ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Me bi Rêber Apo destpê kir, em ê bi Rêber Apo biser bikevin” dabûn destpêkirin, li bajarê Qamişlo bi beşdariya hezaran kesan, bidawî bû.

“Meşên dirêj” ên ku Tevgera Ciwanên Şoreşger dabûn destpêkirin, bi dawî bûn. Piştî Efrîn û Kobanê, meşên ku ji Dirbêsiyê û Dêrikê ber bi Qamişlo ve hatibûn destpêkirin jî, li Qamişlo bi beşdariya hezaran kesan bidawî bû. Meşvanên ji her du bajaran hatin, li Xaçerêya Qermutê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Li aliyê din li tevahiya Rojavayê Kurdistanê, “Meşên Înê” jî, bi mebesta piştgiriya ciwanan bi diruşmeya “Bijî Serok Apo”, “Bijî YPG” û beşdariya deh hezaran kesan hatin lidarxistin.

NIRXANDINÊN OCALAN HATIN GUHDARKIRIN

Meşvanên ku gihîştin Qamişlo û ji aliyê hezaran kesan hatin pêşwazîkirin jî, tevlî “Meşa înê” bûn. Piştî pêşwazîkirinê, girseya gel û ciwan bi diruşmeyên ku dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tînin ziman ber bi Meydana Pazara Debaxê ve meşiyan. Piştî meşê axaftin hatin kirin. Beriya axaftinan ji bo “şehîdên şoreşê” deqeyek rêz hate girtin. Piştre nirxandinên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan hatin guhdakirin, her wiha nirxandinên Endamê Konseya Birêvebir a KCK'ê Rustem Cûdî ku par jiyana xwe ji dest dabû jî hatin guhdarkirin.

Seroka Meclîsa Gel a Qamişlo Remziye Mihemed jî di çalakiyê de axaftinek kir û diyar kir ku ciwanan bi vê çalakiyê peyama xwe gihandiye Îmrali û hemû cîhanê. Endamê Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Hemze Tolhildan jî li ser sedema meşa ciwanan rawestiya û ev tişt gotin: "Komploya navnetewî ku li hemberî Rêber Apo hatibû destpêkirin, niha bi tecrîda girankirî didome. Hêzên hegemonîk dixwazin ku bandora Rêbertiya me ya li ser hêrêmê asteng bikin, lê sîstema Rêber Apo niha di jiyanê de pêk tê. Em jî wekî Ciwanên Şoreşger ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşin û ev çalakiyên me heta ku Rêbertiya me azad bibe, wê dewam bikin." Tolhildan, bal kişand ser hewldanên hin derdorên ku dixwazin li ser Rojavayê Kurdistanê bandore çêbikin jî û got ku navanda siyaseta Rojava Qamişlo ye û ew tu hewldanên ji bilî vê qebûl nakin.

Piştî axaftinan helbestvan Ferhadê Merdê bi helbestek xwend. Koma muzîkê ya Botan jî stranên xwe pêşkêş kirin.

Çalakî bi muzîkê bi dawî bû.