Meşa karkerên ÎŞKUR di roja 3’yemîn de ye
Meşa karkerên ÎŞKUR di roja 3’yemîn de ye
Meşa karkerên ÎŞKUR di roja 3’yemîn de ye
Meşa karkerên li Wanê di 30’ê Adarê de ji kar hatin avêtin û li ser vê yekê ber bi Enqereyê ve diçin di roja 3’yemîn de ye.
Çalakiya karkerên ku ji 13’ê Hezîranê ve li Parka Feqiyê Teyran çalakiya rûniştinê pêk tînin û ji bo dengê bigihînin hikûmetê berî niha bi çend rojan ber bi Enqereyê dest bi meşê kirin di roja sêyemîn de didome.
Yek ji karkerên ku di nav meşê de ye Ethem Altin got, "Em niha li Çewlikê ne. Em nêzî 500 km meşiyan. Dibe ku hinek bi êşa me kêfxweş bibin, lê belê ji Wanê heta vir em rastî piştgiriya gel hatin. Lê belê lingên hin hevalên me teqiyane. Nêzî 200 heval li Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê tedawiyê dibînin.”
Altin diyar kir ku eger daxwazên wan li Enereyê neyên qebûlkirin wê li ber Meclîsê çalakiya rûniştinê pêk bînin û got, "Eger li hember vê jî bibn asteng, em ê ji bo penabertiyê serî li dewletekê bidin.”