Meşa 'Bila Fînlandiya Helepçe û Enfalê binase'

Meşa 'Bila Fînlandiya Helepçe û Enfalê binase'

Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê bi beşdariya 29 navend, rêxistin, sazî, partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, dostên Kurdan ên Fînlandyayi bi boneya salvegera Enfalê pêk hat û dewleta Fînlandiyayê hate xwestin ku Helepçe û Enfalê weke qirkirin bi fermî nas bike.

29 , rêxistin, sazî, partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, dostên Kurdan ên Fînlandyayi li paytext Helsinkiyê meşeke berfireh li dar xistin. Di meşê de ku gelek Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê tevil bûn, ji parlemento û hukûmeta Fînlandyayê hate xwestin ku Enfalê weke qirkirin nas bike.

Meş duh saet di  13.00 -15.00 de heta ber deriyê Parlementoyê pêk hat. Piştî axaftinên bi Kurdî û Fînî hatin kirin, li ser navê beşdarên meşê şandeyek birayedarên komîsyuona mafê mirovan a Parlementoyê re hevdîtin kirin û ji wana xwestin ku komkujiya Helepçe û Enfalê weke qirkirin ango “genocide” (jenosayd) nas bike.

Her wiha, meşvanan ji dewleta Fînlandiyayê xwest ku ji bo ev qirkirina ku li Başûrê Kurdistanê di salên 1980’an de li hemberî Kurdan pêk hat û di encamê de herî kêm 182 hezar Kurd jiyana xwe ji dest dan, di qada navneteweyî de jî were nasîn, hewl bide.