Mereşî ji bo careke din neyên qetilkirin li ber xwe didin

Şahidên Komkujiya Mereşê ya beriya 38 salan, li dijî kampa AFAD'ê ya hewl tê dayîn li herêma Elewiyan bê çêkirin, di refên pêş ên berxwedanê de cih digirin. Şahid dibêjin, ji bo careke din neyên qebûlkirin, ew li ber xwe didin.

Şahidên Komkujiya Mereşê ya beriya 38 salan, li dijî kampa AFAD'ê ya hewl tê dayîn li herêma Elewiyan bê çêkirin, di refên pêş ên berxwedanê de cih digirin. Şahid dibêjin, ji bo careke din neyên qebûlkirin, ew li ber xwe didin.

Ji bo koçberkirina nifûsa Elewiyan, AKP bi destê AFAD'ê li ser edekî ji 360 donimî ya di navbera 7 gundên Elewiyan de cih digire, kampeke penaberan çêdike. Li hemberî vê hewldana ku di nava Elewiyan de rê li ber tirs û fikaran vekiriye, bi şiyara "Dest nede deşta min" ev du hefte ne berxwedanek tê nîşandan.

Ji bo destekê bidin şêniyên herêmê, berî çend rojan hin Elewiyên li derveyî welat dijîn jî hatin. Berxwedêr, li ser kampa tê xwestin li gundê Terolarê bê avakirin ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin. 

Extiyarên şahidî ji Komkujiya Mereşê ya sala 1978'an re kirin anîn ziman, bi vê kampê re tê xwestin, civak Elewî careke din bê qetilkirin.

'BI KAMPÊ RE DIXWAZIN ME QETIL BIKIN'

Ji gundiyên Terolar Mehmet Gunay ê 84 salî diyar kir, ew naxwazin kamp li cihekî nêzî gundê wan bê çêkirin û got, "Nepêkane ku em bi Sûriyeyiyên li vir werin bicihkirin re li hev bikin. Ji ber baweriya me, ji me hez nakin. Kengî firsend bi dest xistin wê hewl bidin me ji vir derxînin. Armanca bingehîn a vê kampê ev e. Ji ber beriya 40 salan ji ber baweriya me em qetil kirin. Bi vî rengî hewl didin careke din me qetil bikin. Bi vê kampê re yekane tişta dixwazin bikin, ji nû ve qetilkirina me ye. Wê Ereban li vê derê bi cih bikin. Li nava qadên me yên jiyanê. Piraniya van çete ne. Gelo cihekî din nemaye ku radibin li nava Elewiyan kampa penaberan çêdikin."

'DIXWAZIN KOMKUJIYEKE DIN A MÎNA MEREŞÊ BÎNIN SERÊ ME'

Yek ji şahidên Komkujiya Mereşê Safiye Yildiz a 76 salî, ku kurê wê di komkujiyê de hat qetilkirin got, "Jiyana me li vir e. Ji bilî vê derê em ê bi ku ve biçin?" Yildiz ji ber çêkirina kampa AFAD'ê bi fikar e û got, "Gelo çi sûcê me heye, ku vê tînin serê me? Gelo sûcê me Elewîbûyîn e?" Yildiz axaftina xwe wiha dewam kir: "Ez ji Serokkomar re dibêjim; Elewiyan çi bi we kir? Gelo zarokê tê nîne? Tu çima vê tîne serê me. Di Komkujiya Mereşê de bi gotina 'Ev Elewî ye' kurê min qetil kirin. Ez hînê şîna wî digirim. Tu çima dixwaze careke din vê bîne serê me. Tu yê ewqas mirovan mexdûr bike. Gelo wijdanê we çawa dikare vê qebûl bike. Belê ew jî mirov in. Lê belê, cihekî din nema ku li vê derê di nava me de kampê çêdikin. Ji niha ve ez êvaran ji tirsa nikarim razêm."

'JI BER BAWERIYA ME ÊDÎ LI HEMBERÎ ME DEK Û DOLABAN NEGERÎNIN'

Yek ji şahidên Komkujiya Mereşê Selman Kaçmaz ê 85 salî li hemberî çêkirina kampa penaberan a AFAD'ê derdikeve û destnîşan dike, ku ev kamp ji bo qedandina Elewiyên li herêmê tê çêkirin. Kaçmaz got, "Em naxwazin li vir kamp were çêkirin. Gelo ji me pirsîn, ku li çêrgehên me kampê çêdikin. Ji me napirsin, ji ber ku niyeta xwe cuda ye. Dixwazin me ji vir derxînin û Ereban bi cih bikin. Em li dijî vê ne. Em vê naxwazin. We carekê em qetil kirin, gelo ev têra we nake? Ji ber baweriya me êdî li hemberî me dek û dolaban negerînin. Em ne dev ji baweriya xwe berdidin, ne jî cih û warên xwe diterikînin. Ya ku em dixwazin, bila dev ji me berdin."

...