Mêrdînî ji bo azadiya Ocalan sibe diherikin kolanan

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sibe li Mêrdînê bi dirûşma, "Bi Rêbertiya azad re ber bi Xweseriya Demokratîk” wê mîtîngek bê lidarxistin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sibe li Mêrdînê bi dirûşma, "Bi Rêbertiya azad re ber bi Xweseriya Demokratîk” wê mîtîngek bê lidarxistin.

Ji bo mîtînga sibê ya bi dirûşma, “Bi Rêbertiya azad re ber bi Xweseriya Demokratîk” li avahiya DBP’ê ya Mêrdînê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Di civînê de endamê Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê Selçûk Akturk diyar kir ku gelê Kurd tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, êdî qebûl nake û komploya navneteweyî şermezar kir.

Akturk anî ziman ku ji bo azadiya Ocalan wê têkoşînê pêş bixin û got, "Têkildarî kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, em gihiştine ber hedefa me dixwest. Azadiya Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevayî gelan girîng e.”

Akturk axaftina xwe wiha domand, “Ji bo pêvajoya çareseriyê hê rasttir bimeşe û bigihêje çareseriyê divê em vê rastiyê ji bîr nekin ku pêwîst e Birêz Abdullah Ocalan azad be.”

Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê Selçûk Akturk, ji bo mîtînga sibe ya saet 12.00’an, li Parka Karayolu banga tevlîbûnê kir.