Merasîma cenazeyê şervanê YPG'ê Elverdî hat taloqkirin

Merasîma cenazeyê şervanê YPG'ê Veysel Elverdîku diviyabû îro li Amedê bihata veşartin, ji ber provokasyoneke gengaz a kontrayan, hat taloqkirin.

Merasîma cenazeyê şervanê YPG'ê Veysel Elverdîku diviyabû îro li Amedê bihata veşartin, ji ber provokasyoneke gengaz a kontrayan, hat taloqkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Veysel Elverdî (Diyar Pîran) ê li Kantona Cizîrê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û dihat payîn ku îro li Amedê bihata veşartin, ji ber terora komên kontra yên çekdar ên li bajarê, li Mêrdînê tê hiştin.

Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê, dihat plankirin ku cenaze îro li Goristana Yenîkoyê bê veşartin, lê belê ji ber hewldaneke gengaz a provokasyonê merasîm hat taloqkirin.

Tê payîn ku merasîma cenaze ya ji bo Elverdî, sibe bê lidarxistin.