Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku ew piştgiriyê dide greva birçîbûnê ya 10 hezar girtiyên Kurd û banga “helwest nîşan bidin” li hukûmeta Kurdan û hukûmeta Bexdayê kir.
Dr. Mehmûd Osman derbarê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, de li ser rûpela xwe ya Facebookê daxuyaniyek da û got:
“Ez piştevaniyê ji greva 3 rojî û ew meşa Kurdistana Başûr dikim ku ji bo piştevaniya girtiyên siyasî li Kurdisana Bakûr hat lidarxistin ku hejmara wan gihîşte 10000 kesan. Diviya em hemû aliyek hewil bidin bo serxistina vê çalakiyan û daxwaz ji Hikûmeta û Parlemantoya Herêma Kurdistanê û herwiha daxwaz ji hikûmet û Parlemana Bexda jî dikim ku xwedî helwestek eşkere bin di vê derbarê de ku biryarek netewî û mirovî ye. Civaka Navnetewî jî diviya givaşan bixwe ser dewleta Tirkiye daku siyaseta xwe derheq pirsa Kurd biguhere.”