Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çû Girava Îmraliyê û bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Mehmet Ocalan der barê hevdîtinê û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahiyen berfireh dan. Mehmet Ocalan, diyar kir ku Ocalan got "Bêyî ku têkevin nava şik û gumanan bila zû dest ji greva birçîbûnê berdin. Ger ku dê çalakiyek bê kirin divê li derve bê kirin, bila vî barî nedin ser milê girtiyan." Çalakî gihiştiye armanca xwe." Mehmet Ocalan, diyar kir ku ew bi keştiya ku Wezirê Dadê îdîa dikir xerabe ye çû Îmraliyê.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, çû Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Mehmet Ocalan, ku bi keştiya xerabe çû Îmraliye piştî hevdîtinê taybet bi Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re axivî û agahiyên berfireh dan.
Mehmet Ocalan diyar kir birayê wî gotiye bêyî têkevin nava fikaran bi lezgîn dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin. Mehmet Ocalan der barê hevdîtinê de wiha got: "Ez îro duh Girava Îmraliyê. Min bi birayê xwe Birêz Abdullah Ocalan rû bi rû hevdîtin pêk anî. Birayê bin der barê greva birçîbûnê de diyar kir ku bêyî dem derbas bibe bila zû dest ji grevê berdin. Birayê min xwest ez vê yekêbi cemaweriyê re parve bikin. Daxuyaniya birayê min wiha ye:
"Kesên ketine greva birçîbûnê, kar û barê kesên li derve ku bikin dane ser milê xwe û pêk anîne. Kesên li derve jî bila kar û barê xwe li ser girtiyên ku di nava çar dîwaran de di nava şert û mercên giran de dijîn bar nakin. Greva birçibûnê, bi awayekî şêwazê ne rast e. Ger ku dê greva birçîbûnê pêk bê, divê ne kesên li hundir kesên li darve têkvin grevê. Greva birçîbûnê pir bi wate ye. Çalakî gihiştiye armanca xwe û wateya xwe dîtiye. Bêyî ku têkevin nava fikaran û ramanan bila zû dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin. Ez li vir ji hemû kesên ketine greva birçîbûnê bi taybetî kesên koma ewil û duyemîn yek bi yek silav dikim. Barkirina karê li ser milê girtiyan ne sincî û mirovane ye. Ne wijdanî ye jî."
Mehmet Ocalan, da zanîn ku birayê wî gotiye tenduristiya wî baş e û wiha berdewam kir: "Birayê min got "Bila her kes baş bizane ku ne tenê li Kurdistanê li hemû cîhanê kî li ku çi dike, ji bo mirovahiye çiqas gav tê avêtin wekî ku bi wan re bimeşe û bi wan re bijî di her mijarê de agahiya wî heye."
Ocalan, destnîşan kir ku 15 meh in bi hincetên cuda malbat û parêzer rastî astengiyan tên û nikarin biçin Îmraliyê. Ocalan, bilêv kir ku nêzî 45 deqîqeyan li Îmraliye bi birayê xwe re hevdîtin kir û wiha berdewam kir: "Astengiyên li pêş hevdîtinê nayên qebûlkirin. Hincetên astengiyê jî nayên qebûlkirin. Armanca hevdîtina me ya duh jî wekî hûn dizanin girtiyên ku 68 roj in di grevê dene ji bo dawî li grevê bînin bû. Girtiyên ku rewşa tenduristiya wan ne baş bû ji ber ku enceq ew bi banga Ocalan dawî li grevê bînin em çûn. Hem malbat û hem jî hemû cemawerî dizanin ku bidawîbûna grevê tenê Serok dikare bike. Li ser vê yekê em çûn Giravê."
OCALAN: EV ÇALAKÎ JI BO MIN PIR WATEDAR E'
Mehmet Ocalan axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha vegot: "Pêşî ji min re got çima tu hatî? Piştre bin sedem jêre got. Min got ji 2 hefteyê carekê me yê hevdîtinê heye û ji ber sedemên derve yên cuda hatime. Min got hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Min sedema greva birçibûnê vegot. Serok ji min re got 'Greva birçibunê ke karê girtiyên hundir e. Divê ev çalaki li derve bê kirin. Karê kesên li derve girtiyên zindanan kir. Ev ne rast e. Nêzî 70 roj in ketine grevê û hatine sînorê mirinê. Ez li vir dibêjim lazim e bi lezgîn dawî li grevê bînin. Dema du vegeriya Stenbolê bi rêya çapemeniyê ragihîne. Ev çalakî gihiştiye armanca xwe. Ev çalakî ji bo min pir bi wate û girîng e. Ez bawer dikim ku gihiştiye cihê xwe. Tenduristiya min baş e. Li şûna tenduristiya min ez li geşedan û rewşa girtiyan difikirim. Ez bi şev û roj difikirîm. Têkoşîna min ji bo vê yekê ye. Ez li rê û rêbazan digerim. Dibêjin 'Ocalan li Îmraliye li keyfa xwe dinêre' Bila her kes baş zanibe ku ji bo ev pêvajo baş birêv biçe ez li vir di nava lêhûrbûnek mezin de me. Ji bo êşên li ser gelê kurd bi dawî bibin, pirsgireka kurd çareser bibe û bi tevahî pirsgirêk ji holê rabe ez di nava hewldana de me. Ez bi şev û roj vê yekê difikirim û ji bo wê têdikoşim."
'BARÊ XWE NEAVÊJIN SER MILÊ HEVALÊN LI GIRTÎGEHÊ'
Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir axivî û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ragihand: "Geşedanên derve kêm û gelek ez dişopînim. Lê heke pêşketinek pêk bê û bê kirin divê bar li hevalên di girtîgehan de neyê barkirin. Ev yek exlaqî nîne û cihê wê di wijdanê de jî tune ye. Ne jî mirovahî ye. Çi bê kirin, kîjan têkoşîn bê dayîn divê kesên derve li gorî hêz û derfetên xwe bikin. Dehhezaran gelê me di girtîgehan de ye. Li şuna barî li wan bê kirin, di serî de Amed, hemû herêm û cihên kurd lê dijîn gel bên cem hev û têkildarî pirsgirêkan de bertekên xwe bînin ziman. Bi taybet têkoşîna tê dayîn divê li hemberî rizgarkirina hevalên di girtîgehê de be. Vê yekê bikin. Tenê BDP û KCD na divê hemû saziyên civakî yên sivîl û derdorên demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tevkariyê bidin û ji bo azadiya hevalên di girtîgehê de bixebitin. Tu sucê wan tune ye. Ew bê sûc hatin girtin. Tenê bi mafên xwe yên zagonî û demokratîk têkoşiyan."
'REWŞA BIRAYÊ MIN A TENDURISTÎ BAŞ E Û DERUNIYA WÎ WEKE YA 12 SAL BERÊ YE'
Mehmet Ocalan têkildarî tendurîst û rewşa birayê xwe ya fizîkî ya ku di serî de gelê kurd û hemû raya giştî mereq dike jî agahî dan û wiha got: "Ez dizanim ku raya giştî gelek mereq dike. Rewşa wî ya fîzîkî weke berê ye. Pora wî weke ya min a niha ye. Simbêlên wî hêj qurz in lê spî bûn e. Rewşa wî baş e. Deruniya wî 10-12 sal berê çawa bû niha jî wisa ye. Bila hemû kes bizane ku, tenê li Kurdistanê na li her derê cîhanê gavên ji bo mirovahiyê tên avêtin tu dê bêjî bi wan re dimeşe û weke bi wan re dijî di her mijarê de agahiya wî heye. Ji vê yekê baştir çi heye?"
'BILA KURDÊN ROJAVA BI HEV RE TEVBIGERIN'
Mehmet Ocalan, da zanîn ku birayê wî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî rewşa dawî ya kurdên Rojavayê Kurdistanê û destketiyên wan jî nirxandin kir û wiha got: "Serokatiyê silav ji kurdên li çar perçeyan dijîn re şandin û têkildarî Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê de wiha got, 'Tenê kurdên Suriyeyê 6 bajar bi dest xistin pirsgirêka li Suriyeyê çareser nabe. Di saziyên demokratîk û dezgehan de bi gelên ereb, cihû, xirstiyan û hemû gelên din re di nava têkiliyê de bin. Bila bi hev re tevbigerin, saziyan ava bikin û da ku bi vî şiklî xweseriya bi wate bikin. Ji vê saetê şunde ne Beşşer Esed û ne jî Artêşa Azad a Suriyeyê gelan azad nake. Pevçûnên li wir gelek xeter in. Ji bo ku ev talukeyê ji holê bê rakirin, xweseriya demokratîk li wir bi têkoşîna hemû hemû gel û derdorên din re dê pêk bê. Heke bi hev re tevbigerin dê bi wate bibe û çareseriyê pêk bînin. Bila kurdên Suriyeyê baş bizanin ku, tenê pirsgirêk bi 6 bajaran çareser nabe. Heke pêşnekevin dibe ku destketiyên wir bikevin talûkeyê. Ji bo kurdên Suriyeyê bi hev re tevgerîn baştir e."
'YA MIN LI SER PIYAN DIGIRE ÇARESERIYA DEMOKRATÎK A PIRSGIRÊKA KURD E'
Mehmet Ocalan bertek nîşanî hinek saziyên çapemeniyê yên der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nûçeyên derew diweşînin da û wiha axivî: "Di hevdîtinê de hinek nûçeyên di hinek rojnameyan de derdikevin dan wî. Serokatiyê got di wan nûçeyan de tê gotin, 'Ocalan li Îmraliyê di nava luksê de dijî' Got, 'Ev derewên gelek mezin in' Serokatiyê got, 'Di nava çar dîwaran de em bi zorê bêhnê digirin' Birayê min dîsa bang li dewletê kir û got, 'Heke dewleta Tirkiye bi awayekî demokratîk nêzî pirsgirêkê bibe, tu pirsgirêkên neyên çareserkirin tune û riya rast ev e. Ya di nava çar dîwaran de min li ser piyan digire, çareseriya pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê yên bi riyên demokratîk in.'"