Meclîsa Rûsipiyên Kobanê ava bû

Li Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo bi berpirsyariya çareseriya pirsgirêkên civakî rabe Meclîsa Rûsipyên Kobanê ava bû.

Li Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo bi berpirsyariya çareseriya pirsgirêkên civakî rabe Meclîsa Rûsipyên Kobanê ava bû.

Rûsipiyên herêmê li salona Meclîsa Zagonsaz a kantonê di bin venêrîna Rêveberiya xweser de li hev civayan. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Paşê jî Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Enwer Mislim axivî û got: "Berxwedan Kobanê barekî giran da ser milê me, ew jî avakirina civakê li ser şopa cangoriyan e. Lewma pêwîst e rûsipiyên herêmê di çareserkirina pirsgirêkan de mil bidin hev. Civaka me xwedî kokeke kevnar û pêşerojeke geş e."

Endama rêveberiya PYD`ê ya Kobanê Dîlber Yûsif jî li ser girîngiya yekbûnê di bersivdayîna êrîşên li ser Rojava de, rawestiya. Dîlber Yûsif da zanîn ku Meclîsa Rûsipiyên herêmê yek ji şêwazên herî serketî yên çareseriya pirsgirêkên civakî ye."

Serokê Desteya Parastinê ya herêma Kobanê Îsmet Şêx Hesen jî ji aliyê xwe ve destnîşan kir ku YPG/YPJ`ê gelek edetên tolhildanên di nava civakê der derbas kirin, lewma pêwîst e ew jî li ser şopa wan bin.

Bi bidawîbûna axaftinan re, beşdaran dest bi pêşniyaran kirin. Gelek mijarên taloq mane nîqaş kirin û daxwaza çareseriyekê jê re kirin. Nîqaşan du seatan dom kir û bi pêşniyarkirina navan ji bo avakirina Meclîsê bidawî bû.

Di encama wê de jî 35 kes weke endamên Meclîsê  hatin diyarkirin. Ji wan 10 ji gundên rojava, 8 ji gundên başûr, 7 ji gundên rojhilatê Kobanê û 10 jî ji bajar in.