Meclîsa Rêveber a Kobanê ji Tirkiye xwest helwesta xwe zelal bike

Meclîsa Rêveber a Kobanê banga alîkariyê li raya Giştî ya cîhanê û hemû hêzên demokratîk kir ku alîkariya hêzên YPG û Asayîşê bikin û gotin ku xeteriya çeteyên DAIŞ’ê hemû nirxên mirovahiyê derbas dikin.

Meclîsa Rêveber a Kobanê banga alîkariyê li raya Giştî ya cîhanê û hemû hêzên demokratîk kir ku alîkariya hêzên YPG û Asayîşê bikin û gotin ku xeteriya çeteyên DAIŞ’ê hemû nirxên mirovahiyê derbas dikin. Rêveberiya Kobanê ji Tirkiyê jî xwest ku helwesta xwe di derbarê êrîşên li dijî Kobanê de zelal bike.

Meclîsa Rêveber a Kobanê di derbarê êrîşên çeteyên DIAŞ’ê ya li dijî Kobanê û komkujiya ku  li ser sivîlan pêk anî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya  Meclîsa Rêveber a Kobanê wiha ye: ˮDi dema ku hêzên YPG/YPJ’ê bi alîkariya Burkan El-Firat, her wiha  balafirên koalîsyona  navnetewî ya  li dijî çeteyên DAIŞ’ê gelek destkeftî bi dest xistin û çete têk birin, gelek gund û herêm ji çeteyan rizgar kirin û pirengiya herêmê   ya niştimanî careke din pêk anîn. Çeteyên DAIŞ’ê û aliyên ku pişgiriya wan dikin bi hemû rêbazên terorîst çi bi teqîn, êrîşên xwekujî û bikaranîna sivîlan wekî mertal û ketina nava liv û tevgerê. Bi vê yekê dixwazin destkeftiyên mirovî û demokratîk ji rizgarkirina Girê Spî û gundên derdora ku wekî derbeke giran ji çeteyan re bû, veşêrin û tekçûnên xwe biçûk nîşan bidin.

Êrîşên hovane yên endamên komên çete ku di sînorê Bakur bi TIrkiyeyê û ji aliyê gundên Başûr re derbasî hermê bûn û êrîş pêk anîn, di encamê de 152 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 183 kes birîdnar bûn, hemû qurbaniyên êrîşa çeteyan ji welatiyên sivîl in û piraniya wan jin û zarok in. Armanca êrîşkaran ew e ku tevliheviyê di herêmê de der bixin û tirsê di nava civakê de çêbikin. Ev bi piştgiriya hêzên alîkariya çeteyan dikin û dixwazin pirojeya biratiya gelan têk bibin pêk hatiye. Dixwazin destkeftiyên hêzên hevbeş û berxwedana wan ku li dijî çeteyan hate destnîşan kirin û derbên giran ku li çeteyan hatin xistin, her wiha hewldanên hêzên navnetewî ku şerê çeteyan dikin têk bibin. Ji bo berjewendiyên xwe canê zarokan, jin û sivîlan kir pir ku planên xw yên dijber pêk bînin. Hêzên me soza ku dabûn pêk anîn û hemû planên wan vala derxistin û hebûna wan tine kir, êrîşkar ji 4 aliyan ve dorpêç kirin û hemleya paqijkirina komên êrîşkar didome. Em careke din teqez dibêjin ku hêzên me wê hemû sivîlên ku çeteyan wekî mertal bi kar anîne rizgar bike, operasyonên paqijkirinê ji bo rizgarkirina sivîlan dereng dikeve.

Di dema ku hêzên YPG’ê bersiva êrîşan didin û aramiyê ji sivîlên hindirê kantona Kobanê re bidest dixe, em wekî rêveberiya xweseriya demokratîk bang li hemû raya giştî ya cîhanê, hemû hêzên demokratxwazan û azadîxwazên cîhanê dikin ku alîkariya hêzên YPG’ê û hêzên ewlekariyê ku hêzên Asayîşê nûnertiya wê dikin bikin. Da ku karibin dawî li terora çeteyên ku hemû nirxên mirovahiyê derbas kirine bînin. Diyar bû ku Tirkiye piştgiriya çeteyan dikin, ev ne cara yekeme ku Tirkiye piştgiriya çeteyan dike, ev alîkariya Tirkiyê ji bo ku hêzên me Girê Spî rizgar nekin jî pêk hat. Li ser wî esasî em ji gel û hikûmeta Tirkiyeyê dixwazin ku erka xwe ya beranberî Kobanê û gelê Kurd wekî 2 civakên cîran pêk bînin. Pêwîste ziyan û destkeftiyan bi hev re parve bikin. Em ji cîrana xwe Tirkiyeyê dixwazin ku helwesta xwe ya beranberî êrîşên ku Kobanê pêre rû bi rû ye û ji çeteyên DAIŞ’ê zelal bike.

Di dawiyê de jî em careke din destnîşan dikin ku îradeya me ya berxwedêr û soza me ya parastina gel û civaka me wê bidome. Em li ser baweriya xwe ya mirovî û çanda xwe ya demorkratîk a ji bo pêkanîna edalet û wekheviya civakî pêk bînin. Berxwedana rûmetê ya Rojava wê biserkeve û wê edaleta mirovahî pêk were.ˮ