Meclîsa Rêveber a Babê: Em dagirkirinê şermezar dikin, divê zext li ser Tirkiyeyê çêbibe

Meclîsa Rêveber a Babê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir, banga li raya giştî ya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir.

Meclîsa Rêveber a Herêma Babê têkîldarî dagirkeriya dewleta Tirk a bajarokê El-Raî ya girêdayî Babê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya nivîskî de ev hatin gotin;

“Em wek Meclîsa Rêveber a Herêma Babê dagirkirina bajaroka El- Raî a ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar dikin. Ev dagirkerî li ser asta herêmî û navnetewî îflasa siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê nîşan dide. Dagirkerî bi hinceta têkbirina komên terorîst ên di bajarokê El-Raî de heyî, pêk hat. Lê, hikûmeta Tirkiyeyê ji bîr kiriye ku ew piştgirtiya terorê dike û mînaka wê jî ew e ku dema bajarokê El-Raî û beriya wê jî Cereblûs bêyî ku guleyek bê teqandin dagir kir. Ev yek şanoyeke di navbera Erdogan û DAIŞ`ê de pêk hat.

Em dagirkirina bajarokê El-Raî weke destdirêjiya li karûbarên hundirîn ên herêmeke ku şêniyên wê bi xwe diparêzin û wê ji qirêja komên terorîst paqij dikin, dibînin. Destwerdana Tirkiye ya li bajarokê El-Raî di encama serkeftinên ku QSD`ê bi hevkariya  Meclîsa Leşkerî ya Babê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li hemû eniyên herêmên Şehba bi destxistin, pêk hat.

‘PÊŞÎ LI DAGIRKERIYÊ BIGIRIN’

Em bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bikin ku kiryarên xwe yên li dijî herêm û welatiyên me rawestîne. Her wiha em bang li QSD`ê, Meclîsa Babê ya Leşkerî û her welatparêzekî dikin ku pêşiyê li vê dagirkeriyê bigirin.”