Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hat ragihandin

Li ser Bendava Tişrînê daxuyaniyek hat dayîn û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hat ragihandin. Ji bo serokatiya Meclîsa Leşkerî Ebû Emced hat hilbijartin. 13 kes jî weke endamên meclîsa leşkerî hatin hilbjiartin.

Ketibeyên Şems El-Şemal, Şoreşgerên Minbic, Kombûna Tugayên Firat, Tugaya Cind El-Heramên, Kombûna Taburên Şehîdên Firatê, Tugaya El-Qewsî û Tabûra Tirkmen Minbic Meclîsa  Leşkerî ya Bajarê Minbicê û gundewarên wê ava kirin.

Fermandariya Meclîsê ji 13 kesan pêk tê û Ednan Ebû Emced wekî fermandar hate diyarkirin.

Meclîs li ser Bendava Tişrîn bi daxuyaniyekê hate îlankirin. Daxuyanî ji aliyê Fermandarê Meclîsê Ednan Ebû Emced ve hate xwendin.

Ednan Ebû Emced bibîr xist ku di ser şoreşa Suriyeyê re 5 sal derbas bûne, lê bajarê wan Minbic wekî gelek herêmên din ên Helebê hîn jî di bin dagirkeriya hêzên tarî û terorî yên DAIŞ’ê de ye.

Ednan Ebû Emced berxwedana gelê Minbicê ya li dijî çeteyan silav kir û got: "Em li hemberî têkoşîna we ya ku we di vê demê de li dijî komên terorîst nîşan daye, rêzdar in. Tiştên ku DAIŞ’ê gotine we bicîh ne anîn û nebûn amûrên lîstikên wan, we şerê gelên din ên Suriyeyê ne kir. Lewre em soz didin ku em ê di şerê li hember terorê de li gel we bin û em ê bajarê xwe Minbicê tevî hemû pêkhateyên wê yên Kurd, Ereb, Tirkmen û Çerkez ji çeteyan rizgar bikin."

Ednan Ebû Emced anî ziman ku dema DAIŞ û rejîmê bajarê wan dagir kirin, wan jî li hemberî van hêzan şer kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lewma em niha Melcîsa Leşkerî ya Minbic û gundewarên wê ku ji hêz û welatiyên Minbicê bixwe pêk tê, ava dikin."

Emced da zanîn ku wan di civîna xwe ya damezirandinê de 13 kes wekî meclîsa leşkerî hilbijartin e û Ednan Ebû Emced wekî fermandarê giştî, Îbrahîm El Benawî, Feysel Ebû Leyla, Ebû Casim û Ebû Xelef wekî alîkarên wî hatine diyar kirin.

Emced di dawiya daxuyaniyê de navên taburên ku di meclîsê de cih digirin, dubare kirin.