Meclisa Hesekê dest bi kar û xebatên xwe kir

Meclisa Hesekê dest bi kar û xebatên xwe kir

li Gundê Berzan yê girêdayî Hesekê meclisa ku ji bo rêvebirina Gundê Berzan û Gundên derdorê hatibû avakirin dest bi kar û xebatên xwe kir.

Li Bajarê Hesekê bi armanca avakirina xweseriya demokratîk piştî meclisa bajêr hate avakirin, bi alîkariya Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) gundên bakûrê Hesekê meclisa xwe ya xweser beriya çend rojan avakirin, piştî hilbijartinan meclisa gel ya xweser serokê meclisê û herdû alîkarên wî, her wiha komîteyên xwe yê ku wê bi kar û barê gundên wan rabin ji nava meclisê di civîna ku li Gundê Berzan lidarxistin hilbijartinê.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, piştre Endamê Meclisa PYD'ê Şêxmûs Ehmed li ser girîngiya meclisan û pêdiviya kurdan bi rêbazê xweseriya demokratîk ji bo ku em karibin xwe bi rêvebibin, her wiha Ehmed diyarkir ku, girînge hemû kesên li Rojavayê Kurdistanê jiyan dike di nava meclisan de cihê xwe bigre, ji ber Rojavayê Kurdistanê ne tenê ya kurdane, lê belê em dê bi hemû neteweyan re jiyana hevbeş bi biratî û wekhevî sazbikin.

Piştre serokê Meclisa Gel ya Bajarê Hesekê Hejar Mehmûd ji beşdaran re kar û barê komîteyên ku werin avakirin axivî.

Piştî axaftinan Nûrî Asim weke serokê meclisê hate hilbijartin, her wiha Leyla Îsmaîl û Hemîd Hemê wek cîgiran hatin hilbijartin.